Ji bo Rojîn Kabaîş axivîn: Divê cezayên giran bidin gumanbaran 2024-10-21 09:02:03     Memihan Zeydan-Neslihan Kardaş   WAN - Jinan diyar kirin ku ew ji mirovahiya xwe şerm dikin û bertek nîşanê mirina biguman ya Rojîn Kabaîş dan. Jinan diyar kirin ku ew xwe ewle hîs nakin û li dijî van bûyeran divê bêdeng nemînin û divê ji bo gumanbaran cezayên pêwist bên dayîn.   Li Tirkiyeyê qetilkirinên jinan roj bi roj zêde dibin û li mirinên biguman ên jinan ên nû zêde dibin. Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş di 27’ê îlonê de winda bû û 18 roj şûnde cenazeya wê li perava gundê Molla Kasim yê Wanê ji aliyê gundiyan ve hat dîtin. Hîna jî nayê zanîn ka çi bi Rojînê hatiye û biryara veşariyê anîn ser dosyayê. Ev jî nîşan dide ku mirina wê biguman e.   Jinên li Wanê der barê mirina bi guman a Rojînê de axivîn.   ‘Li zanîngehê destdirêjî li me hat kirin em hatin bêdengkirin’   Xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Arya Yîgît da zanîn ku ew wek xwendekar dizanin ku tedbîrên ewlehiyê qelsin û wiha got: “Rojîn ne ya ewil e. Berê jî bûyerên tacîzê hatin jiyîn. Lê em hatin bêdengkirin. Ji ber vê bûyer mezin nebûn. Lê îro me bi Rojînê re dengê xwe bilind kir. Em bêdeng neman. Ne li kampusê ne li bajar. Em gelek xemgîn û bi fikarin. Wê li dijî vê hêrsa me bi dawî nebe.”   ‘Hêvîdar im Rojîn ya dawî be’   Aryayê di berdewamiyê de wiha got: “Pirsgirêkên cidî yên ewlehiyê hene. Divê midûrê ewlehiyê û her kes karê xwe baş bike. Ji bo vê em ê hewl bidin. Em ê vê ji midûrê ewlehiyê re jî bêjin. Em ê bêdeng nemînin. Divê jin bêdeng nemînin û serî netewînin. Divê tundiyeke herî biçûk parve bikin. Hêvidarim ku Rojîn ya dawî be.”   ‘Ez hewl didim dengê xwe bilind bikim’   Esra Goktekîn ya hevala Rojînê ya zanînghê ye jî wiha got: “Derfet çênebû Rojînê nas bikim. Lê ji windabûna wê pir bi bandor bûm. Em ji bo xwendinê hatin vir. Niha ez hewl didim ji bo xwişka xwe dengê xwe bilind bikim. Divê em dengê xwe bilind bikin. Li kampusê pirsgirêkên mezin hene. Divê demidlest bên çareserkirin. Li Tirkiyeyê pirsgirêkek wisa heye. Em rehet nikarin derkevin derve. Rojîn jî derneketiye. Ez pir xemgîn im. Xwezî wisa nebûya. Xwezî zû agahî bidana malbatê. Wê wisa nebûya.  Jinên li dijî van bûyeran dengê xwe bilind dikin tên qetilkirin. Me her tim mahkumê qetilkirinê dikin. Lê em ê dengê xwe bilind bikin. Em ê bêdeng nemînin.”   ‘Em ji mirovahiya xwe şerm dikin’   Naîde Çobanli jî diyar  kir ku ew qetilkirinên jinan şermezar dikin û wiha pê de çû: “Dibe ku ew keça me hemûyan bûya. Li Wanê bûyerên wisa pir tên jiyîn. Hêviya me ev e ku berpirs kî bin demildest bên dîtin. Li gorî min ev cînayete. Jinek ciwan çima întîxar bike. Niyetek wê ya wisa hebûya çima li bajarê ku dixwent wê bikira? Zarokên me jî hene. Em ditirsin derkevin kolanê. Em ji mirovahiya xwe şerm dikin. Keçên min jî li derve dixwînin. Ez her tim telefon dikim. Em ditirsin. Hêvîdarim rastî derkeve holê. Edelet jî pêk bê.”   Gulser Tucer jî der barê mijarê de nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Ji bo vê çi ji destê me bê emê bikin. Bila tiştek bi ciwanan tê. Li gorî min dosya Rojînê dosya cînayetê ye. Ew keçik întîxar nake. Ne keseke ku întîxar bike ye. Kezeba min dişewite. Ez nikarim zêde tiştekî bêjim.”   ‘Ji bo keçikên din nemirin çi hewce be em ê bikin’   Neşe Brîsîntîn jî wiha anî ziman: “Min rewşa Rojînê şopand. Her roj Rojîn di bîra min de bû. Li gorî min Rojîn hat qetilkirin. Ev ne întîhar e. Li gorî dîmenên dawî Rojîn di telefonê de diaxive. Di wê dîmenê de hînekî xemgîn dimeşe. Dibe ku kesek di jiyana wê de hebûye û ji ber biryara veqetînê cara dawî diaxivî. Di wê hevdîtinê de dibe ku hatibe qetilkirin. Li Tirkiyeyê gelek jin tên qetilkirin. Hemû jî ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Destdirêjî li zarokên biçûk tên kirin. Em jin ne kolayên mêrane. Em jinin, dayikin, li her qad ajiyanê ne. Divê em jin bêdeng nemînin û rabin ser piyan. Bila ji bo kujeran cezayên giran bên dayîn.”