Hevdîtina Alim, dayik û pîran: Civaka bi ehlaq bi wijdan pêkan e 2024-10-20 15:36:20       SÊRT - Îlahiyatnas Dunayser Mendelkanî di komxebata “Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran” de axivî û got; “Divê civak jinûve were avakirin.” Endama Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Dîba Keskîn jî ev tişt anî ziman: “Divê em bajar bi bajar bigerin û gel vexwînin wijdanê. Civakeke biexlaq, bi avakirina civakeke xwedî wijdan dibe.”    Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê li Eywana Konferansan a Şardariya Sêrtê komxebata “Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran” li dar xist. Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, parlamenterên DEM Partiyê, Parlamentera HDP’ê ya berê, rêveberên DBP û DEM Partiyê yên bajar û ji bajarên cuda yên Kurdistanê gelek kes tev li bûn.    Piştî axaftina destpêkê, bi moderatoriya Hevberdevkê Komîsyonê Mahfûz Guleryuz û Endama Komîsyonê Songul Tunçdemîr rûniştin hatin lidarxistin.    Jiyana însan bi nir e   Ewil Dayika Elewî Menşûre Dogan di beşa “Şikandina hegemonyaya dewletan a li ser baweriyan” de axivî. Menşûre, anî ziman ku bawerî girêdayî jidilbûna mirov e û wiha got: “Li ser xaka me tenê baweriyek, ziman û qewmek najî. Hema hema ji hemû milet, ziman, nîjad û baweriyan civak hene. Di rewşeke wiha de jî ya binirx, jiyana însan e. Heke em bikarin bi însanetî li hev binêrin, em ê hev baştir fêm bikin. Em nikarin bi liv û tevgerên xerab ên îktîdarê hev nas bikin û ji hev hez bikin.”    'Divê civak ji nû ve bê avakirin’   Îlahiyatnas Dunayser Mendelkanî ku di qada akademiyê de xebatan dimeşîne jî di beşa “Şikandina pêşdaraziyên di navbera du civakên baweweriyan de” axivî. Mendelkanî, diyar kir ku dema îslamiyet derketî ji ewil bertekek çêbûye û wiha domand: “Îslamiyet tevgereke şoreşgerî bû û bi îslamê re li Rojhilata Navîn gelek bawerî derketin holê. Di nava kurdan de baweriyên Şemrexe û Hawârî hebûn. Esasê her du baweriyan jî exlaq û xweza hebû. Van her du baweriyan sentezên îslamî yên cuda afirand. Ev yek jî ne li dijî baweriya heyî ye.”     Dunayser, bi domdarî diyar kir ku Babâlîtî berdewamiya baweriya Hawâriyê ye û wiha pê de çû: “Babâlîtî li dijî pişaftinê derket û tenê bi wî zimanî taet dihat kirin. Bi vê baweriyê re ekolên di nava kurdan de hêj bêhtir tûj bûn. Bi derketina Ebul Vefa re komên tenê ji seyîdan pêk dihatin, yên digotin divê îktîdar tenê di destê seyîdan de bin, koma seyîd a ji xwe re digot şoreşger, xwe spartin kurdan. Heke em ji xwe re bikarin bibêjin kurd, heke misilmantiya me hinek cuda be, sedema vê ew tiştin ên Ebul Vefa kirin. 40 xelîfeyên wî hene. Ekolek e. Ji her bawerî, milet û mezheban kes di nav de hene. Li gorî Ekola Ebul Vefa, hûn teqez dê di sê tiştan de bibin yek;  made tune ye, wate heye. Tenê enerjî heye, ew enerjî jî Xwedê ye. Lewma her tiştê zindî binirx e. Mirov, pîroz e. Ya duyemîn; jin û zilam yek in, zikrê xwe bi hev re dikin. Jin xwedî cihekî girîng e. Ya sêyemîn; li gorî Ebul Vefa zikrê devkî heye. Ji sedî 90’î komên baweriyan ên li Kurdistanê zikrê xwe bi devkî dikin. Dîroka Vefayî dîrokeke pir kûr e. Vefayîtî li her çar aliyên Kurdisatnê belav bû. Vefaiyan ji her devera cîhanê re alim şandin. Di dîroka Îslamê de şoreşeke bêdeng kirin. Ji hêla baweriyê ve em di Îslamê de Vefaî ne. Bawerî û çandên me yek in. Li gundan mirov dikare li her derê şopa vefaîtiyê bibîne. Kodên civaka me di vefaîtiyê de veşarî ne. Divê civaka me jinûve were avakirin.”    Pêdiviya bi famkirinê   Di beşa “Avakirina pêwendiyên xurt ên bi dînamîkên civakî yên sunnî û elewiyan re” de Pîrê Elewî Velî Buyukşahîn axivî. Velî, diyar kir ku ji naskirinê zêdetir divê bawerî hevdu fêm bikin. Velî, destnîşan kir ku ji berê ve îktîdaran her tim hewl dane elewiyan pênase bikin û hinek sînor xêz kirine. Velî, got ku li dijî vê divê bawerî hevdu bigirin û wiha pê de çû: “Heke em cudahiyên xwe nas bikin, em ê bikarin hevdu baştir xurt bikin. Avakirina pêvajoyên civakên nû jî wiha ye. Dema neteweyek tê avakirin jê re dibêjin ‘endezyariya civakî.’ Du rêbazên sereke bi kar tînin. Ya yekemîn; bi zextê, bi darê zorê cudahiyan û însanan tune dikin. Me li Tirkiyeyê ev yek pir jiya. Civaka kurd jî di dîrokê de ev yek pir jiyan. Îktîdarê ev rêbaz ceriband. Ocaxên elewiyan, pîrên wan, dedeyên wan tune hatin hesibandin; di heman demê de medreseyên kurdan tune hatin hesibandin û hatin girtin. Heke bi vê rêyê nekarin; îcar hewl didin bi awayekî nerm pêk bînin. Hedef heman e. Tişta ku nekarî bi qetilkirinê bike îcar bi awayekî lîberal dikin. Hewl dide asîmîle bike. Dixwazin hemû bawerî û zimanan tune bikin. Dibêjin ‘yek ziman, yek bawerî, yek dewlet, yek milet.’ Dewlet xwe li ser vê ava dike. Lewma pirsgirêkên kurd û elewiyan nayên çareserkirin. Di esasê xwe de dewlet hegemonyaya xwe ava dike. Hewcehiya me bi fêmkirina hev, qebûlkirina cudahiyên hev heye. Hewce nake em bibêjin bê ka çiqas dişibin hev. Tişta ku divê em bikin ev e; gelo em ê çawa bikarin hevdu bêhtir nas bikin, li dijî îktîdar hewl dide me tune bike, asîmîle bike em ê çawa bikarin helwestekî hevpar nîşan bidin, em ê çawa pişta hev bigirin? Divê li xaka kurdan elewî û sunnî hevdu baş nas bikin û pir bi baldarî nêzî hev bibin. Ev, hêzên dînamîk ên civakê ne.”    Li dijî zilmê wijdan   Endama Komîsyona Gel û Baweriyan Dîba Keskîn jî di bin navê “Avakirina bingeha ziman û pratîkeke hevpar” de pêşkeşiya xwe kir. Dîba, ev tişt anî ziman: “Dema yekî destdirêjî li pitika 2 salî Silayê kir em ranebûn ser pêyan, ji xwe em tune dibin. Heke di bûyerên Leylayê de, Narînê de em ranebin ser pêyan em nikarin xwe xelas bikin. Heke alimên me, pîrên me neyên gel hev, dê zilm mala me wêran bike. Dema em îro li civakên Tirkiye û Kurdistanê dinihêrin, gelo exlaq li ku ye? Dizî, zilm, mirin... Ma civak bi giştî îmha bûye yan na? Ma em ê bi nîqaşan bikarin pêşiya vê bigirin? Na. Îro 70 şaredariyên me hene. Meclisên me yên jinan hene. Pîrên me, dayikên me, alimên me hene, em bên gel hev û li dijî zilmê dengê insanetî û wijdanê derxînin. Em gel hev. Em bajar bi bajar bigerin û civakê vexwînin wijdanê. Civakeke biexlaq, bi avakirina civakeke xwedî wijdan dibe.”    Rûniştin, bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû. Komxebat dê bi beşa “Parvekirina tecrûbeyan û derfetên têkoşîna hevpar” bidome.