Halide Turkoglu: Aştî dê bi azadiya jinê û rûbirûbûnê bê 2024-10-20 10:38:00       ENQERE-Berdevka Meclisa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglû beriya civîna ku dê nexşerêya xwe diyar bikin axivî û diyar kir ku aştî bi rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê ku muxatabê herî girîng ê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e, pêk kan e. Halîde Turkoglu go, aştî li dijî sûcên tên kirin bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' pêkan e."    Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, beriya civîna Meclîsa Jinê ya ji bo nîqaşkirina nexşerêya têkoşîna siyasî ya serdema nû , axaftina vekirinê kir. Halîdeyê da zanîn ku kampanyayên ku ji gelek baskan ve hatine meşandin hêz daye û careke din destnîşan kir ku li hemberî geşedanên heyî muxatabê aştiyê, rûbirûbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û jiyana bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' ye.   'Guman bara sereke ya mirina Rojîn hikûmet e'   Halide got ku dê bi vê civînê planên xurt derkevin holê û qala mirina bi guman a Rojîn Kabaiş kir.  Halide got, “Vê hikûmeta ku hema bêje li hundirê malên gel temaşe dikir, di dawiya roja 18’an de cenazeyê Rojînê dît. Ji roja ewil a windabûna Rojîn û vir ve me gelek caran bang kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê divê bên berfirehkirin. Navenda Jinan a Baroya Wanê û saziyên mafên mirovan bi rojan bang kirin. Ev hikûmeta ku li hemberî van bangawaziyan bêdeng ma, piştî hefteyekê kameraya termal anî cihê bûyerê û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berfireh nekir û ji ber vê gumanbarê sereke yê mirina Rojîn e. Heta ku ev cînayet bi hemû aliyan ve neyê lêkolînkirin û kiryar neyên eşkerekirin û darizandin, em dest ji vê dozê bernadin. Ev hikumat di heman demê de berpirsyarê qetlîama Narîn Gûran a di 23’ê Tebaxê de hat qetilkirin û di 8’ê Îlonê de bedena wê ya bêcan hat dîtin e."   Qetilkirina Narîn Güran    Halîdeyê diyar kir ku tevî 2 meh di ser qetilkirina Narînê re derbas bûne jî bûyer nehatiye ronîkiri û got, “Bila baş bê zanîn ku em ê nehêlin Narîn were jibîrkirin. Dema ku li vî welatî jin li nava kolanan tên qetilkirin û laşê wan tê parçekirin, me tu carî destûr neda ku ev cînayet weke nûçeyên rûpela sêyemîn bimînin û em ê nehêlin jî. Tenê di meha Îlonê de 34 jin hatin qetilkirin, zîhniyeta ku derket holê û got 'yên dimirin bi qasî yên dikujin sûcdar in' berpirsyarê van cînayetan e."   'Qêrîna Z.Ç'yê nîşaneya herî zelal a vê yekê ye'   Halide bal kişand ser wê yekê ku edliye bûne cihên ku sûcdar tên beraatkirin û da zanîn ku edalet ji bo kesên sûcdar berdewam dike. Halîde got, “Qêrîna edaletê ya Z.Ç.yê ku ji 15 saliya xwe ve li Sêrtê ji sala 2003’an û vir ve bi awayekî sîstematîk ji aliyê xezûrê xwe ve rastî îstîsmarê tê, nîşaneya herî zelal a vê yekê ye. Ji aliyê xezûrê xwe ve rastî îstîsmarê tê, ducanî dibe, jê re tê gotin ku eger ew biaxive dê hemû malbata wê were qetilkirin û li gel vê kesê tecawiz dike tê beraetkirin. Dadgeriya ku dema her tişt eşkere bû kiryar beraat kir, cînayetên jinan rewa kir. Dîsa di danişîna ewil de berdana kiryar Yilmaz Akman ê ku li Manîsayê li dijî Sudenaz Atak şîdet pêk anî û qeyda wî ya 18 sûcan heye, qetilkirina jinan meşrû dike.  Di doza xwendekara zanîngehê ya Gabonî Dîna ya ku di 18'ê Cotmehê de li Karabûkê hat qetilkirin de yek pêşketin çênebû, nîşaneya wê yekê ye ku li vî welatî ewlehiya jiyanê ya jinan nîne."   Tabloya şermê…   Halide di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Nesamîmîtiya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya ku ji parastina jiyana jinan berpirsyar e dema ev hemû cînayet tên kirin, di rapora 2023’an a Dîwana Muhasebatê de hatiye qeydkirin. Di encamên raporê de çi neheqiya hûn bixwazin hey.  Bi vê wesîleyê ez ji wezaretê re dibêjim: Ev wêneyê ku di dema jin di xizaniya herî kûr de dijîn û lênêrîna astengdar, nexweş û extiyar dikeve ser milê jinan derdikeve holê, şerma we ye. Em destûrê nadin ku hûn ji keda jinan diziyê bikin û keda malê bêqîmet bikin. Li dijî van bêhiqûqî û desteserkirina mafan divê demildest daxuyanî bê dayîn.   Girîngiya şerê taybet   Mirina Rojîn ji polîtîkayên şerê taybet ne serbixwe ye. Îro bi taybetî li Kurdistanê di encama van polîtîkayên li ser jinên ciwan de bi dehan kuştinên jinan pêk hatine. Di demeke ku Mûsa Orhan û kesên wekî wî di nava vê civakê de bi awayekî azad dimeşin, ewlehiya jiyanê ya tu jinekê nîne. Li Colemêrgê ewlekariya jiyana jinan nîne, çete jî di nav de mêrên bi unîforma  jî di nav de bi awayekî azad digerin, gefan li jinên ciwan dixwin, bi darê zorê wan dikişînin nava tiryakê. Bûyerên îstîsmarê yên li Zanîngeha Harranê û Zanîngeha Munzurê nîşaneya herî zelal a vê yekê ne. Jinên ciwan ên Zanîngeha Harranê ji aliyê çeteyan ve hatin îstîsmarkirin. Hat îdiakirin ku malên taybet hatine girtin. Kî di bûyera ku tê îdiakirin de tune ye? Akademîsyen, rêveberên şaxan, serokên beşan... Li şûna ku rêveberiya zanîngehê li dijî van îdiayan lêpirsîneke berfireh bide destpêkirin, got ku ev li dijî zanîngehê kampanyayeke reşkirinê ye.  Em destûrê nadin ku ev bûyer were nixumandin. Divê demildest endamên vê çeteyê bên dîtin û darizandin.   Jinên ciwan dibin hedefa şerê taybet   Îstîsmara jinên ciwan ji aliyê mamosteyê zanîngeha Munzurê ve asta şerê taybet a li vî welatî nîşan dide. Di derbarê vî kesî de ji par de gilîname hene. Em dipirsin; Gelo ev gilîname hatine bersivandin? Çima ev kes hîn mamostetiyê dike, çima ji kar nayê avêtin? Ev kes ji aliyê kê ve tê parastin? Ev kesê ku jinên ciwan îstîsmar dike divê demildest ji kar bê derxistin. Jinên ciwan dibin hedefa şerê taybet.    Em ê hevgirtina xwe ya bi jinên ciwan re mezin bikin    Êrîşên komên nîjadperest û faşîst ên rêxistinbûyî yên li dijî xwendekarên jin ên li zanîngeha Bolu û Zanîngeha Koç ku li dijî kuştina jinan dirûşma "Jin Jiyan Azadî" berz kirin, nikarin têkoşîna jinên ciwan û me jî asteng bikin. Ez hestên xwe yên hevgirtinê ji bo xwendekarên jin ên ku bi rêya we rastî êrîşan hatin dişînim û dibêjim ku 'Jin Jiyan Azadî' ne dirûşimeke ku were terorîzekirin. Ji hemû tiştên ku îro tên serê jinên ciwan ên zanîngehê ev hikûmet berpirsyar e.    Em ê eniya herî xurt a li dijî şer ava bikin    Li dijî şîdeta dewleta mêr û polîtîkayên şerê taybet dayîna têkoşîna herî xurt berpirsyariya hemû civakê ye, di serî de em jin. Divê hemû komên alîgirê demokrasî, wekhevî û azadiyê li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe bilind bikin. Ev ne tenê pirsgirêka jinan e, ne pirsgirêka ciwanan e. Ev pirsgirêkeke civakî ye û bi rêxistinkirina refleksa civakî bi awayekî herî xurt em ê van polîtîkayan têk bibin. Rêxistinkirina li dijî polîtîkayên şerê taybet tê wateya birêxistinkirina li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan. Li dijî êrîşên desthilatdariya mêr a AKP-MHP’ê ya li dijî gelê Kurd û jinên Kurd, berfirehkirina têkoşînê ye. Ji bo avakirina eniya herî xurt a li dijî şer. Ji ber ku îro jin dibin hedefa yekemîn a êrîşên li dijî gel û erdnîgariya Rojhilata Navîn ên desthilatdariyên serdest ên mêr ên kapîtalîst. Di şerê Ûkrayna-Rûsya, êrîşên Îsraîl ên li ser gelê Filistînê, Lubnan, Afganîstan, Îran û Iraqê de em vana bi şeklê herî bi êş û giran dijîn.   Li dijî butçeyê dijberiyeke tund   Li erdnîgariya ku em lê dijîn, polîtîkayên şer ên li ser dijminatiya gelê Kurd û jinan tê meşandin, em di kurahiya jiyana  xwe de hîs dikin. Ji ber vê yekê birêz Ocalan ku li dijî şerên hêzên serdest ên mêr ên kapîtalîst ên ku li Rojhilata Navîn gelan li hemberî hev sordikin, paradîgmaya herî xurt a ji bo jiyana hevpar a azad û wekhev a gelan da pêş, di tecrîdê de ye. Tundiya li ser jinê, komkujî û xizaniya jinê ya îro tê jiyîn ji zêdebûna tecrîdê ne serbixwe ye. Binêrin, butçeya 2025-an a vî welatî tenê 3 roj berê hate ragihandin. Di butçeya ku hat eşkerekirin de ji bo şer 1 trîlyon 608 milyar hat veqetandin. Tê gotin ku ji bo lêçûnên parastinê 913,9 milyar lire û ji bo ewlekariya navxweyî jî 694,5 milyar lire tê veqetandin. Em bi zelalî dibêjin, Em tu carî vê butçeyê qebûl nakin. Li dijî vê butçeya ku ji jiyana jinan tê dizîn, li her derê em ê bibin muxalefeta herî xurt a ji bo azadiya jinê.   Aştî bi rûbirûbûna felsefeya 'Jin jiyana azadî' pêkan e   Divê baş bê zanîn ku; Bi êrîşa li ser Şoreşa Jinê ya Rojava û bi pêkanîna polîtîkayên dagirkirin li Herêma Federal a Kurdistanê bi alîkariya hevkaran aştî pêk nayê. Bi xelatkirina qirkirina jinê bi polîtîkayên bêcezakirinê, desteserkirina maf û destkeftiyên jinan, vekişîna ji Peymana Stenbolê, israra tecrîdê li şûna ji holê rakirina xizaniya jinê û kûrkirina vê xizaniyê, aştî pêk nayê. Heta ku azadî û aşitî pêk neyê, em ê xizan bin. Bi rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan ku muxatabê herî girîng ê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e, aştî pêk tê. Ev jî bi rakirina astengiyên li pêşiya hevdîtina birêz Ocalan a bi civakê re ku tê xwestin bê qutkirin, bi vekirina deriyê Îmraliyê pêkan e. Li hemberî sûcên li dijî jin, ciwan û mirovahiyê tên kirin, bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' re rûbirûbûna aştiyê pêkan e. Hûn nikarin bi êrîşa li ser Dayikên Aştiyê yên ku têkoşîna herî bi rûmet a vê xakê didin û li gel her cure zilmê jî banga aştiya bi rûmet dikin, li vî welatî tiştekî ava bikin. Bi jiyanîkirina felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' em ê li van xakan aştiya bi rûmet ava bikin. Em ê bi jinên li Afganîstanê li dijî rejîma Talîbanê li berxwe didin, bi jinên li Filistînê li dijî qirkirina Îsraîl’ê li ber xwe didin, bi jinên li zindanan li dijî polîtîkayên mêtînger ên rejîma melayên faşîst ên Îranê li berxwe didin, li van xakan aştiya bi rûmet ava bikin. bi jinên ku pêşengên Şoreşa Jinên Rojava ne re em ê aştiyê bînin ser vê xakê.   Em ê bi plansaziyeke xurt li qadan bin   Têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî van hemû êrîşên rêxistinkirî rewa ye. Em jin bi rêxistinbûna xwe roj bi roj faşîzma AKP-MHP’ê paşve dixin. Çavkaniya sereke ya motîvasyona me xebatên ku di çarçoveya kampanyaya ku me bi dirûşma 'Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, em xwe birêxistin dikin' daye destpêkirin e. Li aliyekê em ê mekanîzmaya xwe ya rêxistinî pêk bînin, li aliyê din jî di bin her sernavê kampanyaya xwe de bi plansaziyeke xurt li qadan bin.  Me soza xwe dubare kir ku em ê hevgirtina xwe mezin bikin û li dijî îstîsmara kedê rêxistina herî xurt ava bikin.   Kampanya em di jiyana azad û wekhev de bi israr in û li dijî qeyûman e   Em ê di 31’ê Cotmehê de li Edeneyê û di 2’ê Mijdarê de jî li Mêrsînê bi şîara “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, em li dijî qeyûman in” panel û civînan li dar bixin. Di dema ku em bi rastiya qeyûman re têdikoşin, em şaredariyên xwe yên Wan û Mêrdînê jî pîroz dikin. Her roj bi vekirina navendeke nû ya jiyanê ya jinan, di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de têkoşîna me ya ji bo azadiya jinê xurtir dikin. Civîna Meclîsa Jinê ya ku em ê îro li dar bixin, bi vê moral û motîvasyonê em ê plansaziya çalakiyên 25'ê midarê jî derxînin."