Çalakiya ‘deng bide azadiyê’ bidawî bû: Em ê berxwe bidin 2024-10-19 19:11:20   STENBOL - Çalakiya ‘deng bide azadiyê’ ya li Stenbolê pêk dihat bidawî bû. Di çalaiya vê hefteyê de wiha hate gotin: “Em ê berxwedanê bidomînin û tecrîdê bişkînin.”   Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan yên Marmarayê (MATUHAY-DER) û xizmên girtiyan di çarçoveya kampanya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk’ çalakiya ‘deng bide azadiyê’ li ber girtîgeha Jinan a Bakirkoyê berdewam kirin.  Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Demîr axivî û da zanîn ku tevî her carê tecrîdê tînin ziman, dibêjin tecrîd tuneye û got wê bi têkoşînê tecrîdê bidin hibistin. Dîlekê got niha li 15 jinî cezayê hucreyê hatiye birîn û got ew tecrîdê şermezar dikin.   Endam OHD’ê Hazal Sumelî jî balkişand ser tecrîdê û daxuyakirin ku ew hemû saziyên neteweyî û navneteweyî li dijî tecrîdê vexwendiyê peywirê dikin.   Parêzerê OHD’ê Alî Dîler jî anî ziman ku wê heta tecrîd neyê şikandin çalakiyên xwe bidomînin.   Piştî çalakiya îro, çalakiya ‘deng bidin azadiyê’ hat bidawîkirin.