Dayikên Şemiyê li aqûbeta Fehmî Tosûn pirsîn 2024-10-19 14:12:24     STENBOL - Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosûn ê beriya 29 salan di bin çavan de hate windakirin pirsîn. Parêzera Malbata Tosûn û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn da zanîn ku doza Fehmî Tosûn ji dozên cudatir xwedî gelek delîlên şênber e. Eren, anî ziman ku tevî vê yekê bûyer nehate ronîkirin.   Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin cara 1021’emîn li Qada Galatasarayê hatin bahev. Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên xizmên xwe hilgirtin. Gelek kes tevli çalakiya Dayikên Şemiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Fehmî Tosûn ê beriya 29 salan li ber mala xwe ya li Avcilar a Stenbolê hate revandin û di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn.     Yek ji Mirovên Şemiyê Sebla Arcan, destnîşan kir ku malbata Fehmî Tosûn sê nifş in li dijî polîtîkayên înkar û necezakirinê têdikoşin û wiha got: “Dema 35 salî û bavê 5 zarokan bû hat windakirin. Fehmî Tosûn, li gundê Licokê ya Lîceyê dijiya. Li gundê wan zext û tundî hembû. Malbata Fehmî Tosûn di bin zext û tundiyê de bedelên giran dan. Dewletê şert û mercên jiyanê li gund ji malbata Fehmî Tosun re nehişt. Fehmî Tosun li gel malbata xwe û gundiyê xwe Huseyîn Aydemîr ji neçarî koçî navçeya Avcilar a Stenbolê kirin. Di 19'ê Cotmeha 1995'an de li mala xwe ya navçeya Avcilara Stenbolê taştê xwar û ji malê  derket. Dema ji malê derket. Fehmî Tosun di  saetên êvarî de li gel 3 kesên sivîl û bi çek vegeriya malê. Bi texsiya Torosê ya plakeya wê 34 UD 597 hat pêş malê. Dema hevjîna xwe li ber derî dît got 'Dê min bikujin' Lê wan kesên bi çek Fehmî dîsa bi zorê xistnin maşînê û bi zorê ew dîsa birin.     Piştî bûyerê hevjîna Fehmî, Hanim Tosûn çû qereqolê. Pîlaqeya teqsiya ku Fehmî revand da fermandarê qereqolê. Lê polîsên ku pîlaqe girtin, bi telefonê li radeyaran geriyan û piştre gotin 'Tiştekî em bikin tune ye' Hanim Tosun  piştre serî li Şaxa ÎHD'ê û hemû rayedaran da. Lê tu encam bi dest nexist. Rayedaran qebûl nekirin ku Fehmî Tosun binçav kirine.    Biryara neşopandinê hat dayîn    Malbatê piştî serî li hemû rêyên zagonî dan û encam negirtin, doz birin DMME'yê. Doz di sala 2003'an de li DMME'yê bi encam bû. Lê dewlet û kujer nehatin darizandin û encamek erênî derneket. Desthilata AKP’ê ya ku têkildarî binpêkirina mafê jiyanê yê Fehmî Tosûn berpirsyartiya dewletê qebûl kir berpirsyartiya xwe ya ku di dosyaya Fehmî Tosûn de lêpirsîneke bi bandor bide meşandin bi cih neanî. Dosyaya bi hinceta demboriyê derbarê wê de biryara neşopandinê hate dayîn hate girtin. Îtîrazên ji bo biryarên neşopandinê hatin dayîn hatin redkirin.”   'Divê mirov DMME'yê jî rexne bike'    Parêzera Malbata Tosûn û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn da zanîn ku doza Fehmî Tosûn ji dozên cudatir xwedî gelek delîlên şênber e. Eren Keskîn, anî ziman ku tevî vê yekê bûyer nehate ronîkirin û wiha got: “Me xwest ku pîleqe were lêkolînkirin lê gotin ku ev yek binpêkirina mafên şexsî ye û lêkolîn nekirin ku pîleqe aydê kê ye. Ji bo ku keça wî Besnayê weke şahid bidin guhdarkirin bi salan em pê re mijûl bûn. Ev sûc ne tenê aydê kesên revandine, faîlê heman sûcî dozger û dadger in. Divê mirov DMME’yê jî rexne bike. Biryara binpêkirinê da lê êdî weke mijareke teknîkî nêzî van dosyayan dibe. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo windakiriyan bidomînin.”   '29 sal in em li vir in'    Keça Fehmî Tosûn, Besna Tosûn jî diyar kir ku dema beriya 29 salan hatin vê qadê zarokên biçûk bûn û wiha got: “Em niha ji bo hesabê bipirsin li vir in. Ez dixwazim li vir Tansû Çîllerê bi bîr bînim, ji bo dayikên me gotibû ‘dê rûnin û pişt re biçin’. 29 sal in em li vir in. 100 sal jî derbas bibin em ê gotina xwe ya ku tu kujerî bidomînin. Piştî gotinên Erdogan ên têkildarî necezakirinê 3 rojan biryara beraetê ya di doza JÎTEM’ê de hate dayîn hate pejirandin. Hûn ê feraseta necezakirinê wiha ji holê rakin birêz Erdogan? Ev sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin di serdema we de tên xelatkirin.”