Eleonora Bonaccorsî: Abdullah Ocalan heqîqetek e 2024-10-19 13:14:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê tecrîdê de seroka Komaleya Fonti di Pace a Îtalyayê Eleonora Bonaccorsî diyar kir ku di cîhanê de mînaka vê tecrîdê tine ye û got: "Abdullah Ocalan heqîqetek e û divê em ji bo azadiya wî têbikoşin."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê tê ragirtin. 43 meh in ti agahî jê nayê wergirtin û bi tecrîdek girankirî re rû bi rû hatiye hiştin. Li dijî agahînegirtina ji Ocalan li seranserî cîhanê kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku 10'ê Cotmeha 2023'yan de hatibû destpêkirin, bi biryardarî berdewam dike.    Seroka komeleyê Eleonora Bonaccorsî tecrîda li Îmraliyê û giringiya fikrên Abdullah Ocalan ji Ajansa ANF'ê re nirxand.   'Îtalya berpirsiyarê van şert û mercan e'    Eleonora, şertên metirsîdar ên ku Abdullah Ocalan tê de dijî nirxand û got: "Tu mînaka vê pergalê li ti dera cîhanê nîne. Ev tecrîd rewşeke metirsîdar e û ti hiqûq têra rewakirina wê nake. Em hemû berpirsiyarên van şert û mercan in ku Abdullah Ocalan tê da dijî. Bi taybet Îtalya berpirsiyarê van şert û mercan e. Divê Îtalya vê berpirsiyariya xwe bibîne. Ji ber ku Abdullah Ocalan li Îtalyayê bû û piştî ku ji vir derket hat girtin. Her çiqas Îtalya vê berpirsiyariya xwe qebûl neke jî haya me baş ji vê rewşê heye.   Em wekî komale şert û mercên ku Abdullah Ocalan tê da dijî ji nêz ve dişopînin. Ji bo nîqaşkirina vê meseleyê li Parlamentoya Ewropayê û çalakkirina saziyên civaka sivîl, ez beşdarî gelek civînan bûm. Berpirsiyariya me ew e ku em vê neheqiya ku li dijî Abdullah Ocalan tê meşandin li her derê behs bikin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi rastî jî pergaleke têra xwe giring û metirsîdar e. Her çiqas em wek gel berteka xwe nîşanî vê tecrîdê didin jî saziyên Ewropî bêdengiyê tercîh dikin. Sedema vê bêdengiyê jî ew e ku naxwazin zirar bigihêje têkiliyên di navbera wan û Erdogan de."   'Paradîgmaya Abdullah Ocalan diparêzin'    Eleonora, bal kişand ser giringiya fikrên Abdullah Ocalan û wiha got: "Paradîgmaya Abdullah Ocalan bi rastî jî di asteke pir pêşketî de ye. Gelek pirsgirêkên roja îro di xwe de dihewîne û fikrên wî ji bo van pirsgirêkan dibin alternatîf û çareseriyê pêşkêş dikin. Em wek komale paradîgmaya Abdullah Ocalan bi xurtî diparêzin û hewl didin derbasî jiyanê bikin û her wiha ji hêla aborî ve piştgiriya projeyên vê paradîgmayê dikin. Em di wê baweriyê de ne ku divê piştgiriya vê paradîgmayê bê kirin. Loma em bi her kesî re, hem ji Kurdistanê hem jî ji Ewropayê, ku dixwaze fikrên Abdullah Ocalan derbasî jiyanê bike di nav hevgirtinê da ne."   'Abdullah Ocalan heqîqetek e'   Eleonora, anî ziman ku divê ji bo rakirina tecrîda Îmraliyê û azadiya Abdullah Ocalan, li her derê têkoşîn bê dayîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Abdullah Ocalan heqîqetek e. Tişta ku ew pêşkêş dike bingeha heqîqet û nirxên civakî ye. Em nikarin heqîqet û rastiyê înkar bikin. Her wiha em nikarin çavên xwe ji şertên ku Abdullah Ocalan tê de dijî û bêhiqûqiya heyî re bigirin. Loma ji bo azadiya heqîqet û rastiyê divê em têbikoşin."