Cenazeya Meryem Onur 79 rojan şûnde dan malbata wê 2024-10-18 20:49:30   ŞIRNEX- Cenazeya endama YJA STAR’ê Meryem Onur  ku li Elkê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû 79 roj şûnde dan malbata wê.   Cenazeya Meryem Onur ya YJA Starê li Hezex a Şirnexê hat definkirin. Meryem ku di 31’ê Tîrmehê de li gundê Bilbês a Elkê di êrîşa hewayî de jiyana  xwe ji dest dabû piştî DNA’ya lihev kir 79 roj şûnde cenaze dan malbatê. Cenaze ji aliyê malbatê ve li goristana Şêx Hasan hat definkirin. Jinan cenaze hildan û ligel tilîliyan defin kirin.