Foruma diyalogê ya jinan dest pê kir 2024-10-18 12:12:17     HELEB - Bi beşdariya 100 jinan foruma diyaloga nîştimanî ya navxweyî ya Sûriyeyê li Helebê dest pê kir.   Nivîsgeha Jinan a MSD'ê bi dirûşma "Yekitiya jinên sûriyeyî mîsogeriya çareserî û pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê ye" foruma diyaloga nîştimanî ya jinan a Sûriyeyê da destpêkirin.    Forum bi beşdariya 100 jinên ji Siwêda, Şam, Tertûs, Hums, Idlib, nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya li Hola Cezîre ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir û dê 2 rojan (18-19 Cotmeh) dewam bike.   Li gorî komîteya amadekar a forumê, forum dê bi axaftina seroka Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Cîhan Xidro û hevseroka MSD'ê Leyla Qereman dest pê bike.   Di roja yekemîn de dê mijara yekemîn a bi navê "Bi çavê jinan stratejiya çareserkirina aloziyê" ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jinan a MSD'ê ya Helebê Zeyneb Qenber ve were şîrovekirin.   Mijara duyemîn a bi sernavê "Beşdraiya giştî ya jinên sûriyeyî” dê ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Qamişlo ya MSD'ê Hindirîn Mihemed ve were şîrovekirin.   Forumê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi axaftinan didome.