'Mirina Rojînê bi guman e' 2024-10-18 11:54:57     Neslîhan Kardaş   WAN -  Rêvebera ÎHD’ê Bêrîvan Tîbelîk derbarê Rojîn Kabaîş a bi guman jiyana xwe ji dest da nirxandin kir û got, “Em bûn şahid ku mirina vê jinê jî bi guman bû. Di navbera perava ku bûyer lê qewimî û cihê ku cenazeyê Rojîn lê hatiye dîtin bi kîlometreyan ferqa wê heye. Ji ber ku gola Wanê ji ber xwezaya xwe bi derekê ve naherike, ji me re bi guman xuya dike ku cenazeyê Rojîn Kabaiş heta wê derê ber bi avê ve biçe."   Rojîn Kabaîş a 21 salî ya ku xwendekara pola yekem a Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yil (YYÛ) bû, piştî ku di 27'ê Îlonê de ji wargehê derket ku biçe marketê winda bû. Cenazeyê Rojînê ya 18 rojan agahî jê nehat girtin, li Taxa Molla Kasim a 20 kîlometreyî dûrî perava kampusa lê winda bû, hat dîtin. Mirina Rojînê di mejiyê mirovan de gelek pirs hiştin. Nebesiya lêkolîn û lêgerîna ji bo Rojînê jî bal kişand.    Têkildarî mirina bi guman a Rojîn Kabaîş, Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Wanê Bêrîvan Tîbelîk nirxandin kirin.   'Xuya ye ku laşê wê bi kîlometreyan kaş kirine'   Bêrîvan, anî ziman ku ew weke ÎHD'ê ji destpêkê ve rewşê dişopînin û diyar kir ku gelek caran diyar kirine ku xebatên lêgerînê têrê nakin. Bêrîvan, anî ziman ku kamerayên termal hefteyekê piştî bûyerê hatin aktîfkirin û xebatên lêgerînê tenê li perava ku bûyer lê qewimî bi sînor bû û got, “Me dît ku xebatên lêgerînê nehatine berfirehkirin. Di encamê de me dît ku mirina vê jinê jî bi guman bû. Di navbera perava ku bûyer lê qewimî û cihê ku cenazeyê Rojîn lê ye bi kîlometreyan ferqa wê heye. Ji ber ku gola Wanê ji ber xwezaya xwe bi derekê ve naherike, ji me re bi guman xuya dike ku cenazeyê Rojîn Kabaiş heta wê derê ber bi avê ve biçe. Bi daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir re jî me dît ku xebatên lêgerînê çiqasî têr nakin. Di daxuyaniyê de wezîr got ku termê Rojîn Kabaîş ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye dîtin. Lê hat hînbûn ku cenazeyê Rojîn ji aliyê gundiyan ve hatiye dîtin. Ev nîşan dide ku hewildanên lêgerînê çiqas kêm in."   'Encam bi awayekî zelal nehat parvekirin'   Bêrîvan, anî ziman ku ew difikirin ku lewaziya ewlehiyê li zanîngehê heye û destnîşan kir ku ew difikirin ku ketin û derketin nayên kontrolkirin. Bêrîvan got, “Em nizanin di saetên ku Rojîn winda bûye de ketin û derketina derve hatiye kontrolkirin yan jî qeyd hatine girtin. Encamên xebatên lêgerînê bi awayekî zelal nehatin parvekirin. Kêmasiyek mezin e ku li zanîngehê deverên ku kamera lê tune ne. Ewlehiya xwendekaran pir tê paşguhkirin."   'Yek ji xemsariya herî mezin dereng agahdarkirina malbatê ye'   Bêrîvan diyar kir ku yek ji xemsariya herî mezin derenggihandina malbatê ye û destnîşan kir ku yek ji erkên bingehîn ên wargehê ew e ku xwendekar di wargehê de di rewşeke ewle de bimînin. Bêrîvan got, “Dema Rojîn şeva 27’ê Îlonê neçû wargehê, diviyabû malbata wê agahdar bibûya. Divê hemû xebatkarên li wargehê ji vê yekê berpirsyar bin. Ger jinek ciwan derkeve derve û venegere, divê xebatkarên wargehê vê yekê ji rayedar û malbatê re ragihînin. Ger jinek venegere welat, agahdarnekirina tu kesî sûcekî giran e."   'Mirina Rojîn mirineke bi guman e'   Bêrîvan da zanîn kir ku mirina Rojîn bi guman e û got, “Em dixwazin di zûtirîn dem de rapora otopsiyê bê ragihandin. Biryara nepenîtiyê ya li ser raporê hatiye ferzkirin, gumanan zêdetir dike. Divê her pêvajo bi awayekî zelal bê meşandin. Em dixwazin rapora otopsiyê demildest bê eşkerekirin."   'Polîtîkayên bêcezakirinê ne hiqûqî ne'   Bêrîvan, anî ziman ku divê Peymana Stenbolê ji nû ve bê vegerandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê bi lezgîn qanûnên ku jin û zarokan diparêzin û cezayên giran li wan tê kirin, bên tetbîqkirin. Polîtîkayên bêcezakirinê ne hiqûqî ne. Mînak sûcdarek bi 9 dosyayan hebû, lê li derve bû û li navenda Stenbolê jinek qetil kir. Heger bi rastî qanûn baş bihata xebitandin û sûcdar bihatana cezakirin, sûcdar nedikarîn bi serbestî li dora xwe bigerin û ewqas kuştinên jinan çênedibû. Em ê di şexsê Rojîn Kabaîş de hemû kuştinên jinan bişopînin."