‘Em ji Mereşê ji mirinê reviyan, li vir em qetil kirin’ 2024-10-18 09:04:48     Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Ji roja ku dayika, Dîlek Dogan ya bi guleya polîsan hat qetilkirin, hewara ‘Em ji Mereşê ji mirinê reviyan, li vir em qetil kirin’ heta niha tu tiştek neguherî. Tevî 9 salan gumanbar nehatin darizandin.   Dîlek Dogan di 18’ê cotmeha 2015’an de li taxa Kuçukarmutlu a Stenbolê di serdegirtina mala wê de ji aliyê polîsê tevgera taybet Yuksel Mogultay ve bi çekê hat birîndarkirin. Dîlekê ku hefteyek têkoşîn ajiyanê da di 25’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Polîsê gumanbar Yuksel Mogultay bi bêcezahiştinê hat xelatkirin. Tevî 9 sal der bas bû gumanbar nehatin darizandin.   32 saet şûnde daxuyanî   Midûriyeta Emniyeta Stenbolê 32 saet piştî bûyerê daxuyaniyek nivîskî ya malbata Dîlekê sûcdar dikir da. Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku polîsê ku Dîlek qetil kiriye bi armanca ewlehiyê bigire li wê malê bûye.   Der barê Dîlekê de lêpirsîn   Lêpirsîna der barê birîndarkirina Dîlekê de hat vekirin jî bi awayekî ‘wê silameta lêpirsînê bike xetereyê’ ji aliyê 5’emîn Dadgeha Ceza Sulh a Stenbolê ve biryara veşariyê danîn ser. Li aliyekî gumanbar hatin parastin û li aliyê din jî malbat hedef hat girtin. Piştî rojan şûnde jî hat hînbûn ku der barê Dîlekê de di roja hatiye qetilkirin 18’ê cotmeha 2015’an de lêpirsîn hatiye vekirin.   Ez ê wî polîsî bibînim!   Her wiha ji bo cenazeya Dîlekê nebin Mala Cemê ya Gazî ji aliyê polîsan ve pere hatibû pêşniyarkirin. Dayika Dîlekê, Aysel Dogan di merasîma cenazeya ku bi hezaran kes tevli bibûn hewara xwe anî ziman û got: “Ez wî polîsî nas dikim. Ez serî li dijî dewletê natewînim. Ez ê wî polîsî bibînim.”    Serokwezîrê demî Ahmet Davutoglu piştî bûyerê  daxuyanî da û got pêkanînek şaş hebe wê vê bernedin.   Têkoşîna edaletê   Têkoşîna malbatê û gelan a ji bo Dîlekê bi hemû biryarê berdewam kir. Di 2016’an de li Armutlu ‘Konê Edaletê ya ji bo Dîlek Dogan’ hat vekirin. Polîsan êrîşî vir jî kir. Der barê polîsê gumanbar Yuksel Mogultay de jî li îdianameya hatibû amadekirin ji aliyê 12’emîn Dadgeha Ceza Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin. Der barê wî de ji 20 salan heta 26 salan ceza hat xwestin. Rûniştina ewil di 2016’an de hat dîtin, gumanbar  îdia kir ku wî li Dîlekê nexistiye, malbatê ew kişandine salonê û wê navberê bûyer derketiye û birayê Dîlekê Mehmet Dogan bûye sedem.    Gumanbar malbat sûcdar kir   Gumanbar di rûniştina 6’emîn de ji rewşa baş fêde girt. Heyeta dadgehê ji sûcê ‘bi zanebûn bûye sedema mirinê’ 6 sal û sê meh ceza da gumanbar. Tevî delîlan der barê gumanbar de daxistina ‘rewşa baş’ hat dayîn. 6 sal û sê meh cezayê girtîgehê hat erêkirin. Di rûniştinê de polîsê gumanbar hat parastin û dayika Dîlekê, Aysel Dogan ji ber gotinên ‘te keça min kuşt, min ew çawa mezin kir’ sûcdar dît û xwest ji salonê derxîne.   Malbata Dîlekê û parêzeran der barê cezayê hatine dîtin serî li Serdozgeriya Dadgeriyê dan. Lê Serdozgeriya Dadgeriyê daxwaza temyizê red kir. 12’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeriyê biryara doger erê bike wê gumanbar 45 rojan girtî bimîne.  Ji roja hewara dayika Dîlekê, Ayselê ‘Em ji Mereşê ji mirinê reviyan, li vir em qetil kirin’ heta niha tu tiştek neguherî. Tevî 9 salan gumanbar nehatin darizandin.