Dayikên Aştiyê: Ji şer re na em ji aştiyê re amade ne 2024-10-17 14:37:38     ŞIRNEX - Çalakiya “Ji şer re na, aştî hema niha” ku ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hatibû destpêkirin bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Dayika Aştiyê Emîne Eren di daxuyaniyê de axivî û got, “Weke Dayikên Aştiyê heta şer raweste em ê bibin mertalên zindî. Em ji aştiyê re amade ne û şer naxwazin."   Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê nobeda 3 rojan a li bajarokê Tilqebînê yê navçeya Silopiya ya Şirnexê bi daxwaza "Ji şer re na aştî hema niha" dabûn destpêkirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî kirin. Li Amed, Wan, Êlîh, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt, Îzmîr û Mêrsînê gelek Dayikên Aştiyê, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal, Zeynep Oduncu, Sebahat Erdogan Saritaş, Ferît Şenyaşar û Zekî Îrmez, Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên Di Dewrgûşa Şaristanan de Xizmên xwe Wenda kirine (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAD-FED) û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.   Daxwaza Dayikên Aştiyê   Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal da zanîn ku Dayikên Aştiyê 3 roj in ji bo daxwaza xwe ya aştiyê bînin ziman li Tilqebînê ne û got, "Daxwaza dayikan ew bû ku şerê li Kurdistanê diqewime bê rawestandin û ji bo aştiyê gav bên avêtin. Dayikan weke her carê ev 3 roj in helwesta xwe ya ji bo aştî û bidawîkirina şer nîşan didin. Me li meclîsê, li qadan, li Gemlîkê, çalakiya Azadiyê li dar xist û îro jî li vir Dayikên Aştiyê xwestin rêya çareseriyê nîşan bidin."   'Daxwaza dayikan daxwaza Birêz Ocalan e'   Newrozê got, "Daxwaza aştiyê ya dayikan daxwaza aştiyê ya tevahiya gelê Kurd e" û berdewam kir, "Daxwaza aştiyê ya Birêz Abdullah Ocalan e ku li Îmraliyê li berxwe dide. Dayikan li dijî her cure zehmetiyan nobeda xwe 3 rojan berdewam kirin. Xwestin îro li vir bi daxuyaniyekê dawî li nobeta xwe bînin. Rewşa şer a li Rojhilata Navîn, zextên li Bakur û nêzîkbûna pirsgirêka Kurd cidiyet, nêzîkatiyeke rast û di her wateyê de gavên şênber dixwaze. Dayikan li vir nêzîkatiya xwe ya aştiyê nîşan dan."   'Em ji aştiyê re amade ne'   Berdevka Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê Emîne Eren ku piştre mafê axaftinê girt, spasiya dayikên ku beşdarî çalakiya nobeda aştiyê bûne kir û got, “Ez li ser navê hemû Dayikên Aştiyê bang li Barzanî dikim; Em ji bo rawestandina şer li vir in. Divê destên xwe ji xwîna Kurdan dûr bixin. Em bira ne. Ger em şîv bin, ew taştê ne. Em weke Dayikên Aştiyê heta şer raweste em ê bibin mertalên zindî. Em ji aştiyê re amade ne, em şer naxwazin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana dayikan" û tilîliyan bi dawî bû.