Berxwedana li dijî şer di roja 3’yemîn de didome 2024-10-17 10:41:56   ŞIRNEX - Çalakiya nobetê ya ku Meclisa Dayikên Aştiyê bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” li Silopiyayê daye destpêkirin di roja 3’yemîn de didome.    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li bajarokê Tilqebînê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” çalakî dabû destpêkirin. Çalakiya Dayikên Aştiyê di roja 3’yemîn de didome. Ji Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt, Îzmîr û Mêrsînê jî gelek Dayikên Aştiyê di çalakiya nobetê de cih digirin.    Wê daxuyanî were dayin   Çalakî, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Tilqebînê tê lidarxistin. Coşa dayikan a di nobetê de rê li ber dîmenên rengîn vedike. Dayikan gelek caran li çepikan xistin, tililî avêtin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.    Tê payin ku çalakiya dayikan îro bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.