Destdirêjiya sîstematîk, tehdîda mirinê: Çîroka Z.Ç. 2024-10-17 09:06:02   Dîlan Babat   SÊRT - Li Dihê ya Sêrtê di 2003’an de cerdevan Îzzetîn Yardim  ku xezurê Z.Ç. bû destdirêjiya sîstematîk li Z.Ç kir.  Z.Ç di encama destdirêjiya Îzzetîn Yardim de ducanî ma. Z.Ç. ku xwest destdirêjiyê vebêje, bi mirinê hat tehdîdkirin.    Li gundê Yerlîçoban a navçeya Dihê ya Sêrtê xezurê Z.Ç. Îzettîn Yardim ê cerdevan bû di 2003’an de destdirêjiya sîstematîk li Z.Ç. kir.  destdirêjiya sîstematîk di 15 salî de dest pê dike û bi mirinê tê tehdîdkirin. Di encama destdirêjiyê de Z.Ç. ducanî dimîne. Z.Ç. ku neçar ma zaroka xwe bîne dinê, pêvajo ji JINNEWS’ê re vegot.   Destdirêjî di 2003’an de destpê dike   Z.Ç.  di 2022’an de 15 saliya xwe de bi kurê Îzzetîn re  bi mehra olî dizewice û piştî çend mehan hevjînê wê diçe derveyê bajar xebatê. Di 2003’an de Îzzetîn bi gotinan tacîz dike û piştre destdirêjiya sîstematîk dest pê dike. Z.Ç. wiha dibêje: “Dema em nû zewicîn temenê me biçûk bû. Me lihev nedikir. Me got em dest ji hev berdin. Lê bavê hevjînê min Îzzetîn destur neda vê. Min hewl da ez biçim lê ez dîsa neçar dimam vegerim. Hevjînê min çû Stenbolê salekê  li wir ma.  Di 2003’an de Îzzet sewal girtibû, got biçe wir paqij bike. Ez çûm axur Îzzetîn hat wir destdirêjî li min kir. Min xwest dengê xwe bilind bikim lê got 'ez te û malbata te dikujim'. Min nikaribû dengê xwe bikim. 4 salan wisa bû, nehişt ez biçim mala bavê xwe. Hevjînê min dihat diçû lê min nikaribû ji kesî re bêjim.”   Di ncama destdirêjiyê de ducanî ma   Z.Ç. da zanîn ku tehdîdên Îzzetîn berdewam kirine, dema hevjînê wê li malê bûna ew bi tehîdan dibir ser erd û got: “Li nav erd destdirêjî domand. Nayê bîra min lê 20 caran destdirêjî li min kir. Ez ducanî mam. Ez û xesuya xwe çûn nexweşxanê. Îzzetîn got zarok ji kurê wî ye.  Tehdîdên wî dîsa bredewam kirin. Ji bo ji wî xilas bibim min jehr xwar. Piştî welidîm sê meh şûnde çûm cem hevjînê xwe û me dest ji hev berda. Dîsa tehdîd berdewam kirin. Kurê min bû du salî, hevjînê min geriya got ev zarok ne ji min e, ez testa DNA’yê dixwazim. Ji ber tehîdên bavê wî min destur neda.”   Piştî testa DNA’yê destdirêjî derket holê   Z.Ç. da zanîn ku  keça wê hatiye 18 salî, hevjînê wê yê berê kurê Îzzetîn ji nû ve daxwaza testa DNA’yê kiriye û wiha got: “Bêyî agahiya min çûye ber dibistanê qedeha ku av jê vexweriye û porê wê girtiye. Dema encama DNA’yê derdikeve ji keça min re peyama ‘tu ne keça min lê dibe ku tu xwişka min bî’.Ez li Îzzetîn geriyam min got kurê te êdî dizane.  Lê dîsa ez bi qetilkirinê û qetilkirina malbata xwe hatim tehdîdkirin. Kurê Îzzetîn ji bo nasnameyê biguhere serî li dadgehê da. Piştî vê min jî xwest rastî derkevin holê. Îzzet Yardim cerdevan e û li pişt wî axayên gund hene. Vê jî têr nekir gotin bi pereyan ev kar dikir. Kes nizane min çi jiya. Ez bi tirsa mirinê bêdeng mam.”   Sibê: Têkoşîna hiqûqê ya Z.Ç…