Dayik di ‘aştiyê’ de bi israr in 2024-10-17 09:05:19     Rojda Aydin   ŞIRNEX – Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ku li nêzî Herêma Federe ya Kurdistanê bi dirûşma “Ji şer re na, aştî hema niha” dest bi çalakiya rûniştinê kirin, peyama aştiyek mayînde dan û daxwaza sekinandina şer kirin.    Çalakiy rûniştinê ya endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku bi dirûşma “Ji şer re na, aştî hema niha” li bajarokê Tilqebînê ya navçeya Silopiya Şirnexê hat destpêkirin di roja sêyemîn de berdewam dike. Ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dayikên ku hatin dest bi çalakiyê kirin, ji bo şikandina tecrît û sekinandina şer bi israr in. Bi vê mebestê di çalakiya ku 15’ê Cotmehê dest pê kir de di encama êrîşên leşkeran de 3 jê rojnameger, siyasetmegar û Dayikên Aştiyê jî  di navê de 22 kes hatin binçavkirin.    Ligel hemû êrîş û astengiyan jî dayikan bi şev û roj çalakiya xwe bi stran, çepik û dirûşman dewam kir. Dayikên ku nêzî Herêma Federe ya Kurdistanê çalakiya xwe didomînin, peyama aştiyek mayînde dan û  daxwaza sekinandina şer kirin.    ‘Em dixwazin aştî bê Rojhilata Navîn’   Hevseroka MEBYA-Der’ê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn, anî ziman ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan tevlî çalakiyê bûne. Gurbetê, bi lêv kir ku ji bo şerê li başûrê Kurdistanê ku li dijî Gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve têmeşandin  bê sekinandin dest bi vê çalakiyê kirine û wiha got: “Daxwaziya me ew e ku aştî bê vê cihanê û nava Gelê  Kurd. Em dixwazin aştî bê Rojhilata Navîn. Sekinandina vî şerî û hatina aştiyê girêdayî Serokatî ye. Em dayik dibêjin heta ev tecrît neyê şikandin û Serokatî azad nebe em ji pey doza xwe venagerin.”     ‘Azadî û aştî ji bo hemû kesan pêwîst e’   Gurbetê, destnîşanî êrîşa ku li dijî çalakiya wan hat kirin, kir û diyar kir ku bi awayek dijwar êrîşî dayikan kirine û gelek dayik hatine binçavkirin û wiha dom kir: “Gelek dayik birîndar bûn. Ji ber ku me aştî dixwest êrîşî me kirin. Ji ber ku berjewendiyên wan di hêla şer de hene aştiyê naxwazin. Ji bo berjewendiyên xwe çi ji destên wan tê dikin. Em bang li malbata Barzanî jî dikin. Ji bo neteweyek yekbûyî, netewek kurd çima nayên gel hev? Bila kurd yekîtiya xwe xûrt bikin. Çima bi dijminê birayê xwe re tevdigerin? Bila nebin hevkarên êrîşan. Bila bi dewleta tirk re tevnegerin. Dewleta tirk ji bo berjewendiyên xwe bi wan re ye. Dema karê wan xilas bû dê têkiliyê xw qût bikin. Em çawa taştê bin, ew jî firavîn in. Em şîv bin ew paşîv in. Dê ji me xirabtir bînin serê wn. Em wek dayik vî şerî qebûl nakin. Bila Barzanî birakujiyê neke. Zarokên me li wir qetil dikin û dikin girtîgehan. Zarokên me şehîd dixin û cenazeyên wan nadin me. Bi sedan cenazeyên zarokên me di destên wan de ne. Me hemû dayikan êş dîtiye. Me gelek êşên giran dîtine. Ev têkoşîna me jî ji bo ku tu malbat û dayikên din êşê nebînin e. Azadî û aştî ji bo hemû kesan pêwîst e. Ev yek jî bi azadiya rêbertî ve girêdayî ye. Bi pêşengiya dayik û jinan em ê vê bi ser bixin.”     ‘Em li kîjan welatî dijîn?   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê Tenzîle Baydar ku tevlî çalakiyê bûye, tecrîda li ser Abdullah Ocalan û Gelê Kurd şermezar kir. Tenzîleyê, bal kişand ser êrîşa li ser dayikan ku duh pêk hat û got ew vê êrîşê tu carî qebûl nakin. Tenzîleyê, ev tiştan anî ziman “Ji bo her dayikekê sed leşker û polis şandine. Em li kîjan welatê dijîn?”    ‘Ev tecrît dê heta kengî berdewam bike?’   Tenzîleyê, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li Başûr tên meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bi taybetî bang li Mesût Barzanî dikim; em kurd hemû bibin yek. Em vî şerî bidin sekinandin. Em dibêjin aştî, ew dibêjin şer. Em dibêjin aştî, ew dibêjin tecrît. Her kurdek vînek e. Hûn nikarin vîna Gelê Kurd bişkînin. Ev dayik ji bo aştiyê kom bûne. Em dibêjin aştî. Dayîk salek e nobeda edaletê digirin. Em li bang hemû dayîkan dikin û dibêjin werin hemû xwedî li Dayikên Aştiyê derbikevin. Hovîtiya ku me duh dît ez wek dayikekê tu carî ji bîr nakim. 22 hevalên me di bin çavan de ne. Em niha di bin dorpêçê de ne, lê belê têkoşîna me jî didome. Em dayik ji bo aştiyê hatine vê derê. Em ji Komara Tirkiyeyê edaletê dixwazin. Em dema ku edaletê dixwazin dibin ‘terorîst.’ Em dema aştiyê dixwazin dibin ‘şervan.’ Em ne şervan in, em Daykên Aştiyê ne. Heta dilopeke xwîna me jî hebe dê têkoşîna me berdewam bike. Aştî li ku be em ê li wir bin. Dê Dayikên Aştiyê aştiyê bînin vî welatî. Bila hemû kes destên xwe dirêjî Dayikên Aştiyê bike. Em bi hev re edaletê û aşitiyê bînin Tirkiyeyê. Bila Birêz Ocalan muxatab bigirin. Ger ku tecrîda li ser Serok rabibe dê hemû kes azad bibe. Em Dayikên  Aştiyê hene û em ê hebin. Heta ku ev tecrît ranebe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ev tecrît dê heta kengî berdewam bike? Kesê ku dibêje ez mirovim we tecrîdê daniye ser.”     ‘Em li pey azadî û aştiyê ne’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Adalet Çay jî bertek nîşanê binçavkirina Dayikên Aştiyê da û got heta dayîk neyên berdan ew ê çalakiya xwe bi dawî nekin. Adalet, wiha axivî: “Barzanî dibêje ‘ez kurd im’. Ka kurdîtiya wî.  Îro dest dirêjî xwîna kurdan kiriye.  Sînor ji Tirkiyeyê re vedike û wan dike aliyê sînor.  Keç û xortên me li wir tên kuştin. Em naxwazin tu dayik bigirîn. Kezeba dayîkan hemûyan dişewite. Em aştiyê dixwazin. Lê ew jî dora me dorpêç dikin û aştiyê naxwazin. Em bang hemû cîhanê dikin û dibêjin aştî. Ji girtîgehan   cenazeyên girtiyan tê. Dayik şer naxwazin. Dayik naxwazin xwîn birije. Serok bi salane di bin tecrîdê de ye. Lê em hemû jî di bin tecrîdê de ne. Em dibêjin rojek bere rojek ev şer bisekine û aştî pêk were. Em serbilindin û li pey doza xwe ne. Em li pey azadî û aştiyê ne.”   ‘Tu kesekî feyda ji şerê nedîtiye’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Silopiyê Asiye Tay jî destnîşan kir ku wan ji bo aştiyê dest bi vê nobetê kirine û da zanîn ku ew destên xwe dirêjî aştiyê dikin. Asiye, di dawiya axaftina xwe de got ew naxwaze xwîn birije û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em jî dixwazin wekî hemû gelen dinê azad bin. Em bang li Barzanî dikin; ji bo menfaeta xwe dev ji vê yekê berde. Bila bes dayik rondikan bibarînin. Em çawa bertek nîşanê şerê Îsraîl û Fîlîstînê didin, divê em bertek nîşanê şerê li Başûr jî bidin. Kezeba me ji bo hemû kesan dişewite. Tu kesekî feyda şerê nedîtiye. Her çixwasî şer hebe jî dawî aştî ye. Daxwaza me bi tenê aştî ye. Em ji bo aştiyê hatine vê derê, ne ji bo şer hatine. Bi tang û gaza îsotê dewleta tir êrîşî dayîkên me kir. Ger ku ev tecrît rabe dê cihan xweş bibe. Dê hemû kes azad bijî. Heta ev tecrît ranebe ne em rehet dibin, ne jî ew rehet dibin.”