Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî da 2024-10-16 19:30:26   WAN - Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş ku piştî winda bû 18 roj şûnde cenazeya wê hat dîtin daxuyanî da û got: “Me saziyên civak sivîl, baroya Wanê û navenda jinê xwest pêvajoya tipa edlî bişopînin. Merciya dozgeriyê nehişt em tevli pêvajoya ATK’ê bibin.”   Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş ku 27’ê îlonê de winda bû û 18 roj şûnde cenazeya wê hat dîtin de daxuyaniyek da. Serokê baroyê Sînan Ozaraz, navenda mafê jinan a baroya WAnê û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) tevli daxuyaniyê bûn.   Sînan Ozaraz daxuyanî xwend û diyar kir ku ji roja ewil de şopdarê dosyayê b3une û got: “Peywirdarên yurdê dereng dan malbatê. Ev ji binpêkirinan tenê yeke. Dozgeriyê ketin û têketinên zanîngehê bi bandor nexist bi kontrolê. Di alî ewlehiyê de qelsiyên cidî hebûn. Me ji dozgeriyê re got ev wê bibe wek dosya Gulîstan Doku. Lê wek her tim dozgeriyê em ji derveyê dosyayê hiştin û bersivên wekê em tiştên pêwist dikin.  Her wiha me saziyên civak sivîl, baroya Wanê û navenda jinê xwest pêvajoya tipa edlî bişopînin. Merciya dozgeriyê nehişt em tevli pêvajoya ATK’ê bibin.”   Daxuyanî bi pirs û bersivan dawî bû.