Serdana şîna Rojînê hat kirin: Em şopdarên bûyerê ne! 2024-10-16 16:32:11     AMED - Jinên ku der barê Rojîn Kabaiş a ku piştî 18 rojan cenazeyê wê li peravê gundê Mollakasimê hat dîtin daxuyanî dan. Jinan diyar kirin ku heta rastî derkevin holê ew ê şopdarên bûyerê bin.   Cenazeyê Rojîn Kabaiş a 21 salî ya xwendekara pola yekem a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYÛ) Beşa Pêşdibistê 18 roj piştî windabûna wê cenazeyê wê li gundê Mollakasimê li Wanê hate dîtin ku ji bo otopsiyê birin nexweşxaneyê, piştî otopsiyê malbata wê cenaze danê sibehê girt û anî Amedê. Cenaze li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hate definkirin.   Gelek siyasetmedaran serdana şînê kir   Piştî definkirinê li Mizgefta Hacî Abdurrahman Enç a Rezanê şîn hate danîn. Ji Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Jinan a Rosa, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ÖHD) Şaxa Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û jinan serdana şînê kir.  Herwiha hevserokên şaredariyên navçeyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), jinên siyasî û welatî tevli şîna hat danîn bûn.   'Em li cihê ku giraniya peyvan heye ne'     Jinên ku wêneyê Rojînê kirin ber bestika xwe û pankarta "Kuştina jinê siyasî û îdeolojîk e" vekirin, beriya serdana şînê daxuyanî dan. Endama Komeleya Jinan a Rosa Berfîn Polat ku axaftina destpêkê kir got, “Em ji bo jinên ku di şexsê Rojîn de hatin qetilkirin, windakirin, bi guman mirin li vir in. Em dixwazin bidin zanîn ku em li cihekî ku giraniya peyvan heye ne. Ev pergala serdest a mêr di hemû qadên jiyana civakî de mêrantiyê disepîne û rê li ber tundiya li ser jinê vedike. Em vê rewşê bi giranî dijîn. Hemû mafên ku me bi dest xistine bi ferasetên weke reform û nûjeniyê ji destê me tên girtin. Em dizanin ku polîtîkayên bêcezakirinê û darizandin çawa vê tabloya tarî li pêş çavan radixe. Ji bilî têkoşîna li dijî vê rewşê tu çareya me nemaye. Em ê li kolanan deng û nerazîbûnên xwe bilind bikin. Em soz didin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî qetlîamên jinan bidomînin."   'Heta bûyer ronî bibe em ê têbikoşin'   Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî û diyar kir ku Rojîn xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê bû û ji roja ku hatiye windakirin heta niha li gel malbatê ne. Neslîhanê anî ziman ku jin her roj dibin hedef û tên qetilkirin û wiha got: “Bi qetilkirin û windakirina jinan xwe heyî dikin. Em ê her tim mafên xwe biparêzin. Têkoşîna me heta ku em kesên hatine windakirin û revandin rewşa wan zelal bikin dê bidome Em ê kujerên Narîn û Rojînê jî bibînin. Bi awayekî siyasî derbarê jiyana me  de biryarê din û dema em li dijî vê yekê derdikevin, me dikujin, me tecrîd dikin, dixin girtîgehan. Îro bi hezaran jin li cem malbata Rojîn in. Bi vê wesîleyê em soz didin: Heta ev bûyer ronî bibe wê têkoşîna me bidome. Ez sersaxiyê ji malbata me û gelê me re dixwazim."