Destûrê nadin ku Pexşan Ezîzî hevdîtinê bike 2024-10-16 14:30:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî ragihand, 100 roj di ser qedexekirina hevdîtina Pexşan Ezîzî ya li gel malbat û parêzerên wê re derbas dibe. Her wiha carek din daxwaza betalkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî hat kirin û hate xwestin were berdan.   Kampanya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî bi rêya medya dijîtal agahiyên li ser rewşa Pexşan Ezîzî belav kir.   Di daxuyaniya hatî belavkirin de tê gotin ku 100 roj di ser qedexekirina hevdîtina Pexşan Ezîzî ya li gel malbat û parêzerên wêre derbas dibe.   Di dewamê de rênedana hevdîtina Pexşan Ezîzî ya li gel malbat û parêzerên wê wek binpêkirina herî berbiçav a mafên mirov  ya desthilata Îranê tê pênasekirin.   Di dawiyê de jî Kampanya Azadî ji Pexşan Ezîzî re got:“Em daxwaz dikin demildest cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatiye birîn were betalkirin û demildest were berdan.”   Pexşan Ezîzî xelkê bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Roja 23’yê Tîrmeha 2024’an parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’yemîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku dibin serokatiya dadger Îman Afsharî de cezayê darvekirinê hate dayîn.