Lênêrîna peykerên jinan a sembola 8'ê Adarê 2024-10-16 13:55:05     AMED - Şaredariya Peyasê peykerên jinan a sembola 8'ê Adarê ku li Parka Jinan a 8'ê Adarê ye, 8 salên derbas bûbûn lê nehatibû nerîn, dest avêtê, ji nû ve li ber çavan derbas kir û bi tamîrkirinê re parast.   Di sala 2009'an de 2 peykerên jinan ên li Parka Jinan a 8'ê Adarê ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de hatibû vekirin û bi cih kiribûn, ji ber ku 8 salên derbasbûyî nehatibû lênerîn û parastin, nedihatin naskirin. Bi rêwerzbûna Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sincar, Gerînendetiya Karên Teknîkî her 2 peykerên jinan li ber çavan der kirin û di tamîrkirinê de derbas kirin.