Li Hollandayê jineke DAÎŞ'î ji ber zilma li Êzidiyan tê darizandin 2024-10-15 11:33:15     NAVENDA NÛÇEYAN - Hasna A. ya Hollandî ku li Sûriyeyê tevlî nava DAÎŞ'ê bû, ji ber zilma ku li jinên Êzidî kir, bi sûcê li dijî mirovahiyê tê darizandin.   Li Hollandayê cara yekê ye ku DAÎŞ'iyek ji ber zilma li Êzidiyan kiriye tê darizandin. Hasna A. ya 33 salî ya DAÎŞ'î tê sûcdarkirin ku dema li Sûriyeyê bû, 2 jinên Êzidî weke kole bi kar anî.   Rûniştina destpêkê ya doza darizandina endama DAÎŞ'ê Hasna A. li bajarê Schîphol ê Hollandayê di 14'ê Cotmehê de pêk hat.   DAÎŞ'iya ji bajarê Hengelo yê Hollandayê di sala 2015'an de çû Sûriyeyê û heta Tebaxa 2016'an li bajarê Reqayê yê Sûriyeyê ma.   Hate ragihandin ku endama DAÎŞ'ê hingî 2 jinên Êzidî li mala xwe weke kole bi kar dianî. Ji ber vê sûcdariyê jî Hasna A. ji sûcê li dijî mirovahiyê tê darizandin.   Rûniştina din a dozê wê roja Çarşema bê, pêk were.