Riha ji bo 'Mîtînga Azadiyê' amade ye bikeve rê 2024-10-13 10:20:23   RIHA – Li Rihayê gel ji bo "Mîtînga Azadiyê" ya ku wê li Amedê bê lidarxistin bi rê ketin.   Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) de kesên ku wê ji Rihayê ji bo "Mîtînga azadiyê" ya ku wê li Amedê bi dirûşma "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê li hev kom dibin" bê lidarxistin, bi rê bikevin hatin cem hev. Bi hezaran kes wê bi wesayît û otobusan tevbigerin.