Bi pêşengiya jinan komploya 9’ê cotmehê hat protestokirin 2024-10-12 21:13:19     NAVENDA NÛÇEYAN- Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li ser banga TJK-E’yê û bi pêşengiya meclîs û yekîtiya jinan li hev civiyan, pergala qirkirin û tecrîda Îmraliyê protesto kirin û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qîriyan.   Li paytexta Swêd Stockholmê, li ser banga TJK-E’yê di çarçoveya “Tirêjên Rojê” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara ya Stockholmê ve li qada Norra Bantorget bi meşê destpê kir.   Di dema meşê de wêneyên Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî”, “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” û “Ji Ocalan re Azadî” hilgirtin.Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin û li parka Normalmstorgetê mitîng hate lidarxistin.   Di mitîngê de li ser navê Tevgera Jin a Swêdê Ayşe Dîdar axivî û wiha got: “Komploya navneteweyî ku 9’ê Cotmeha 1998’an di şexsê Rêber Apo de destpê kir, planeke qirkirinê bû ku hebûn, îrade, nasnemeya gelê Kurd û têkoşîna azadiya jinê hedef digirt. Rêbertiya me bi helwesta xwe ya li Îmraliyê ev yek vala derxist. Xwişk û biratiya gelan, yekîtiyê û azadiya jinê esas girt. Jin û gelê Kurd 26 sal in li qadan in û ji niha şûnde jî heta ku Rêbertiya me azad bibe em ê li qadan bin.”   Marsîlya   Li bajarê Marsîlya ya Fransayê jî bi hezaran kes bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan Komploya 9’ê Cotmehê bi meşek girseyî protesto kirin.Axaftvanan lêgerînên çareseriya aştiyane ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xistin û diyar kiririn ku azadiya wî mifteya aştiya Rojhilata Navîn e.   Frankfurt   Li bajarê Frankfurt a Almanyayê jî Kurdistanî û dostên wan ên li ser banga federasyona FCDK-KAWA li qada Alte Oper li hev civiyan, li dijî komploya 9’ê Cotmehê meşiyan. Çalakvanan ji kolana herî qelebalix a bajêr heta qada Wilhemsplatzê meşiyan.   Oslo   Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan li paytexta Norwec Osloyê hat şermezarkirin. Çalakî ji aliyê NCDK-OSLO’yê ve hat lidarxistin û gelek Kurd û dostên wan ên ji Oslo û bajarên derdor tevlî bûn. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.   Piştre li ser navê Partiya Sor a Norwêcê Aram Zaharî û li ser navê Soludaritet med Arnaliot Ask axivîn û ev peyam dan, “Rêberê Gelê Kurd divê azad be.” Hevserokê NCDK-OSLO’yê Endam Aso jî axivî û anî ziman ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bike.    Dusseldorf   Li bajarê Dusseldorf a Almanyayê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de, ji ber salvera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi tevlîbûna sedan kesan meş hat lidarxistin.   Bi sedan kesên ku li pêşiya stasyona trenê ya navendî li hev civiyan. Li vir aktivîsta TJA’yê Ayten Kaplan bi zimanê Almanî têkildarî şert û mercên tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan axivî û bal kişand ser azadiya wî ya fîzîkî. Piştre Hevseroka FED-MED’ê Şevîn Sîncar axivî. Şevîn Sîncar got bal kişand ser şert û mercên tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku gelê Kurd û dostên wan wê tu carî vê rewşê qebûl nekin. Sîncar banga tevlîbûnê ji bo meşa ku 16’ê Mijdarê di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de li bajarê Koln a Almanyayê bê lidarxistin, kir.