‘Divê dawî li tecrîd û qedexeya hevdîtinê ya li Îmraliyê bînin’ 2024-10-12 20:09:30     STENBOL-Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî rapora çavdêriyê ya der barê Tirkiyeyê de amade kir aşkera kir. Komîteyê bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê, destnîşan kir ku di encama cezayên dîsîplînê de mafê hevdîtina malbat û parêzeran nayê sînordarkirin û 65 pêşniyar ji Tirkiyeyê re hatin kirin.   Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) piştî rûniştinên 17-18’ê Tîrmehê yên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku Tirkiyeyê jî alîgirê Peymana li Dijî Îşkence, Pêkanîn  û Cezayên Din ên Zalimane, Dijmirovî û Biçûkxistinê (Peymana li Dijî Îşkenceyê) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), li ser rapora encamên çavdêriyên Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist.   Civîn bi beşdariya gelek parêzvanên mafên mirovan li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê hat lidarxistin. Serokê TÎHV'ê Metîn Bakkalci hûrguliyên raporê vegot. Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî di rapora encamên çavdêriyê de 65 pêşniyar pêşkêşî Tirkiyeyê kirin.   Komîteyê daxuyand ku û êşkence û muameleya xerab bi taybetî di binçavan de bi awayekî berfireh berdewam dikin, piştî hin bûyerên weke hewldana 2016’an, erdhejên 6’ê Sibatê û bi giştî di çarçoveya "operasyonên li dijî terorê" îşkence ce û pêkanînên nebaş zêde bûne û ev yek rê li ber metirsiyê vedike.   Di raporê de wiha hat gotin; “Ji bo kesên ji misogeriya bingehîn ên qanûnî û azadiyê bêpar hatin hiştin rastî êşkence û muameleya xerab nayên ev yek jiyanî ye. Divê ev misogerî di qanûn û pratîkê de bên parastin. Xala 94’an a Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) ku sûcê êşkenceyê sererast dike ne li gorî Peymana li Dijî Îşkenceyê ye. Ev lihevnekirin rê li ber bêcezabûnê vedike. Em pêşniyarên ku di çavdêriyên encamnameyê yên sala 2016'an de pêşkêşî Tirkiyeyê hatibûn kirin nû dikin û divê qanûn bi Peymana li Dijî Îşkenceyê re li hev bikin."   ‘TÎHEK ji rêveberinê ne serbixweye’   Komîteyê di rapora xwe de, derbarê Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) de jî nirxandinan kir ku TÎHEK ji rêvebirinê ne serbixwe ye û ji vê zêdetir bêdengiya wê ya li hemberî êşkence û muameleyên xirab rê li ber metirsiyê vedike. Di raporê de hat bibîrxistin ku divê Tirkiye li gorî Rêgezên Parîsê tevbigere û hat destnîşankirin ku ji bo misogerkirina serxwebûna TÎHEK'ê divê hemû tedbîr bên girtin.   Îdiayên îşkence û mirinên di bin çavan de   Di raporê de hat destnîşankirin ku divê lêpirsînên der barê îşkence û muameleya xerab de bi lez, serbixwe û bi bandor û li gorî Protokola Stenbolê ya nûjen bê lêkolînkirin û darizandin. Di raporê de hat destnîşankirin ku astengiyên hiqûqî û îdarî yên ku vê yekê xera bike wê rê li ber bêcezakirinê veke. Komîteyê destnîşan kir ku lihevnekirina TCK 94’an a bi Peymana li Dijî Êşkenceyê re "valahiyên qanûnê” derxistiye holê û tespîta ku di lêpirsînan de pergal destûra îdarî bi demboriyê re rû bi rû dihêle. Komîteyê pêşniyara ku bi TCK’ê re “Qanûna li Dijî terorê (TMK)” a ku ji hêzên ewlehiyê re dibe metala bêcezakirinê li gorî Peymana li Dijî Êşkenceyê dîsa li ber çavan were derbaskirin.   Komîteyê anî ziman ku mirina di girtîgehê de metirsîdar e û bi bîr xist ku divê li gorî Protokola Minnesota hemû mirinên di girtîgehê de ji aliyê saziyeke serbixwe ve bi lez û bez bên lêkolînkirin.   Divê kelepçekirina ji piştve bê qedexekirin   Komîteyê daxuyand ku bi sererastkirina Qanûna Erk û Salahiyetê ya Polîsan (PVSK) di destwerdana civîn û xwepêşandanên aştiyane de, bi taybetî bi bikaranîna hêza zêde dibe sedema êşkence û muameleya xerab. Komîteyê diyar kir ku qanûnên li ser bikaranîna hêzê zêde ne li gorî standardên navneteweyî ye û xwest ku ev yek li gorî pîvanên navneteweyî di ber çavan de bên derbaskirin. Komîteyê anî ziman ku di çarçoveya civîn û xwepêşandanan de pêkanînên wekî kelepçekirina ji pişt ve nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku divê bikaranîna "teknîkên ragirtinê yên ku dibe sedema êş û azarên nehewce yên wek kelepçekirina ji pişt ve” bê qedexekirin.   Girtîgehên Tîpên S û Y bi xeterin   Komîteyê diyar kir ku wan tespît kiriye ku rejîm di girtîgehên Tîpa S û Y û girtîgehên din ên ewlekariya bilind de girtiyan bi tena serê xwe di hucreyên takekesî digirin û Komîteyê daxuyand ku ji lêgerînên bi tazî yên rûtîn heta muayenekirina kelepçeyê û bernedana cezayê girtiyên ku nexweşiya wan xeternak rê li ber fikaran vedike. Komîteyê diyar kir ku Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ne serbixwe ne û anî ziman ku van desteyan rê li ber astengkirina berdana parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan û girtiyên ku bi hincetên siyasî tên mehkûmkirin vedike.   Komîteyê pêşniyar kir ku Navendên Çavdêrî û Tesnîfkirinê û Nirxandina Mehkûman ji nû ve di ber çavan de bê derbaskirin. Komîteyê diyar kir ku hucreyên takekesî divê rewşeke awarte û demkurt be û xwest li gorî Rêgezên Nelson Mandela tevbigerin. Komîteyê her wiha diyar kir ku divê muayenekirina girtiyan a bi kelepçe were sînordarkirin û xwest ku ji nepeniya têkiliya doktor-nexweş rêz bê girtin.   Divê cezayên muebeta giran bên rakirin   Xaleke din a ku di rapora komîteyê de bal kişand ser cezayê girankirina heta hetayî yê ku di qanûnên Tirkiyeyê de cih digire. Komîteyê diyar kir ku divê cezayên giran ên heta hetayê bên rakirin û pêşniyar kir ku Qanûna Cezayê ya Tirk a bi hejmara 5275'an a der barê înfaza tedbîrên ceza û ewlehiyê de di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Komîteyê anî ziman ku divê girtiyên ku cezayê heta hetayê li wan hatiye birîn, piştî demeke maqûl serbest bên berdan an jî cezayê wan bê kêmkirin.   Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bên kirin   Komîteyê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên pê re yên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin û bi bîr xist ku di encama cezayên dîsîplînê de mafê hevdîtina bi parêzer re nayê sînordarkirin. Komîteyê di nava pêşniyarên xwe yên sereke de hêsankirina serdan û danûstandina Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş bi malbat û parêzerên xwe re cih girt û bang li Tirkiyeyê kir ku xwe ji van sînordarkirinan dûr bixe.   Tirkiyeyek bê îşkence   Serokê TÎHV'ê Metîn Bakkalci di dawiya axaftinan de nirxandinek kurt kir. Bakkalci anî ziman ku Komîteyê der barê cezayên girankirî yên heta hetayê û hêsankirina hevdîtinên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi malbat û parêzerên xwe re, betalkirina qanûnên ku di dema Rewşa Awarte de ket meriyetê û rakirina misogeriya bingeha hiqûqê re ji bo pêşîlêgirtin û darizandina tundiya li ser zayendiya civakî pêşniyar kirin. Bakkalci anî ziman ku Tirkiye  li ser van mijaran wê di 26'ê Tîrmeha 2025'an de wan agahdar bike.   Metîn destnîşan kir ku divê Tirkiye di çarçoveya Peymana li Dijî Îşkenceyê de erkên xwe bi cih bîne û bi taybetî jî pêşniyarên Komîteyê şopandin û çavdêrîkirina pêvajoya bicihanîna erkên di çarçoveya Peymana li Dijî Êşkenceyê de gelekî girîng e. Metîn diyar kir ku her kes ji bo Tirkiye û cîhana bê êşkence berpirsyar e.