Cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hat betalkirin 2024-10-12 14:53:17     NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê Şerîfe Mihemedî diyar kir ku biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatiye xirabkirin.   Parêzerê çalakvana mafê jinan û kedkar Şerîfe Mihemedî ku cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, derbarê betalkirina cezayê darvekirinê de agahî parvekir. Parêzer Emîr Reîsîan da zanîn ku cezayê darvekirinê yê ji bo Şerîfe Mihemedî hatibû birîn, hatiye xirabkirin.   Emîr got ku biryar ji aliyê şaxa 39 ya Dadgeha Bilind ya bajarê Reşt ve hatiye xirabkirin û ji bo lêkolînê dosya ji bo heman şaxê hatiye şandin.   Çalakvana mafê jinan û kedkar ya ji bajarê Reşt Şerîfe Mihemedî 45 saliye û niştecihê bajarê Reşte. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.