Kongra Star Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde bi bîr anî 2024-10-11 12:09:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star ji bo sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef û endama Komîteya Lihevanînê Yadê Eqîde ku ji aliyê dewleta Tirk hatin qetilkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Em ê bi ruhê Xelef, dayika Eqîde têkoşîna xwe bidomînin.”   Kongra Star ji bo bîranîna sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Paşerojê Hevrîn Xelef ku 12’yê Cotmeha 2019'an ji aliyê çeteyên Ehrar El Şerqiyê ve hatibû qetilkirin û ji bo endama Komîteya Lihevanînê ya Girkê Legê Yadê Eqîde ku 13'yê Cotmehê di êrişa li ser Serêkaniyê de hat qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de qetilkirina Hevrîn Xelef wek "Hewldaneke bêbext a ji bo qutkirina dengê jinên azad û ji bo tunekirina nasname û têkoşîna jinan" hat nirxandin.   Di daxuyaniyê de têkoşîna Hevrîn Xelef hate bibîr xistin û wiha hate gotin: "Hevrîn Xelef bû sembola berxwedan û têkoşînê. Hevrîn ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirreng bê navber têkoşiya. Li hemberî dewleta Tirk a dagirker jî ya ku nasnameya jina azad li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc, li ber xwe da."   Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan wek "Nîşaneya tirsa wan ji hêza jinên pêşengên şoreşê û wekî nîşaneya têkçûna dagirkeran li hemberî berxwedana pêşengên şoreşger" hat binavkirin.   Kongra Star soz da ku "Dê bi biryardarî li hember dagirkerên ku roj bi roj sûcên xwe li dijî jin, zarok û sivîlan zêdetir dikin, têkoşînê bidomîne." Her wiha bang li civaka navneteweyî jî kir ku berpirsyariyên xwe yên dîrokî pêk bînin û hesab ji qatilên jinan bipirsin.   Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrİşên dewleta Tirk û çeteyên wê hat şermezarkirin û vê helwestê wekî tevkariya dagirkeran hat nirxandin û bang li welatên garantor ên li herêmê jî hat kirin ku erkên xwe yên parastina mafên mirovan û ewlehî û aştiya li Sûriyeyê bi cih bînin.   Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em destnîşan dikin ku em ê bi ruhê şehîd Hevrîn Xelef, dayika Eqîde û hemû jinên di rêya azadiyê de canê xwe feda kirine, têkoşîna xwe bidomînin.  Felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" dê bibe ronahiyek ku rêya me ronî dike. Em ê heya rizgarkirina herêmên dagirkirî û avakirina Sûriyeyeke demokratîk têkoşînê bilind bikin. Em ê serî netewînin, em gav şûnde neavêjin. Em ê heya serkeftinê, dilsozê giyanê şehîdan bin û ala azadiyê li ba bikin."