'Kurd bi zilma tê kirin terkî mirinê tên kirin' 2024-10-11 09:06:23   Pelşîn Çetînkaya   MÊRDÎN - Malbata girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku li gel daxwaza wan a tahliyekirinê jî Abdulkadîr nehatiye tahliyekirin û got ku mirin ne ji ber nexweşiyê, ji ber zilma li kurdan tê kirin pêk tê.   Li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her roj ên nû tên zêdekirin û rewşa girtiyên nexweş jî her roja diçe xiraptir dibe. Lê gel bangên malbat û saziyên civaka sivîl jî girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî ji girtiyên nexweş Abdulkadîr Kuday ê ku nehat tahliyekirin di 2'yê Cotmehê de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.   Girtî Abdulkadîr Kuday (52) ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dihat ragirtin û tevî nexweşiya giran jî nedihat berdan, di 2’ê cotmehê de  jiyana xwe ji dest da.    Abdulkadîr Kuday, di sala 2014’an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hate girtin. Abdulkadîr ewil birin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û piştre jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hate kirin. Ji ber zexta raya giştî 4 sal piştre di sala 2021’ê de Abdulkadrî sewqî nexweşxaneyê hate kirin. Li nexweşxaneyê ji ewil teşhîsa fitqa piştê hate kirin. Lê belê piştî êşên wî zêde bûn, dîsa birin nexweşxaneyê û di encama tetkîkan de derket holê ku bi nexweşiya Amyotrofik Lateral Skleroz (ALS) ketiye. Abdulkadîr, felc bû û êdî nedikarî bimeşe. Di 1’ê kanûna 2021’ê de jî sewqî Nexweşxaneya Bajar a Dr. Îsmaîl Fehmî Cumalioglû hat kirin.   Nehat tahliyekirin   Nexweşxaneya behsa xeberê ji bo Abdulkadîr rapora “Nikare li girtîgehê bijî” da. Lê belê di raporê de got; “Dikare di Girtîgeha bi Tîpa R’yê (Rehabîlîtasyon) de bimîne.” Li ser vê yekê jî di 12’ê çileya 2022’yê de sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya Metrîsê hate kirin.    Rewşa Abdulkadîr a li vir hêj bêhtir giran bû. Lê tevî vê jî cezayê wî nehat taloqkirin. Di 20’ê tebaxê de rewşa Abdulkadîr girantir bû û sewkî Nexweşxaneya Çam û Sakura ya Başakşehîrê hate kirin. Abdulkadîr, bertek nîşanî neberdana xwe da û tedawî red kir. Li ser vê yekê dîsa birin girtîgehê.    ‘Ne nexweşî ji ber zilmê mir’   Hevjîna Abdulkadîr Kuday yê li girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê jiyana xwe ji dest da, Leyla Kuday axivî û diyar kir ku hevjînê wê tevî nexweşiyan nehatiye dermankirin û ne ji ber nexweşiyê ji ber zilmê jiyana xwe ji dest daye. Leylayê wiha got : “Tevî nexweşiyê derman nekirin. Kesekî welatparêz bû. Ji bo her kesî dixebitî. Cezayê muebetê danê.  Piştî ceza nexweş ket. Ewil birin Tekîragê. Piştre birin Stenbolê. Rewşa wî her çû giran bû.  Derket holê ku nexweşê ALS ye. Du sala kişand. Me daxwazname dida wezareta dadê. Parlamenter jî axivî. Ez du caran çûm axivîm. Lê daxwazname qebûl nekirin. Cenqazeyê wî ji me re hat. Abdulkadîr ji ber zilmê mir. Ne ji ber nexweşiyê mir.”   ‘Ev darvekirin e’   Leylayê diyar kir ku ev darvekirin e û darvekirinên li hember Kurdan e û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk Kurdan qebûl nake. Kurdan li girtîgehan terkî mirinê dikin. Tu carê Kurd qebûl nekirin. Ez bang li hemû kesî dikim. Bila xwedî li girtiyan derkevin. Bila aqûbeta Abdulkadîr tu girtî nejî.”   ‘Zilm li me kirin’   Keça Abdulkadîr, Berfîn Kuday jî anî ziman ku bavê wê bi kelepçê dibirin nexweşxanê û wiha got: “Zilm li me kirin. Hefteyek berê çûm hevditina bavê xwe. Em yek bi yek digirtin hudnir 40 deqe hebû û ji me re 20 deqe dima. Bavê min got ‘zilmê li me dikin. Tasek av didin wê jî davêjin ser me.’ Zexta psîkolojîk li me dikirin.Heta ji destê me bê em ê xwedî li mafê xwe û zimanê xwe derkevin.”   ‘Birayê min dest ji têkoşîna xwe berneda’   Xwişka Abdulkadîr, Naîle Bardakçi jî balkişand ser dijminahiya Tirkan a li hember kurdan û wiha got: “Birayê min pir nexweş bû. Zilm le kirin. Teşîs danîn. Zarokekî wî yê biçûk hebû. Destur nedidan wî bibîne. Em diçûn hevdîtinê nedihiştin em biaxivin. Tevî zilmê birayê min dest ji têkoşîna xwe berneda.”   ‘Heta bimrim ez ê nifiran li Erdogan bikim’   Dayika Abdulkadîr Sakîne Kuday jî dazanîn ku ew aştiyê dixwazin lê Erdogan leşkeran bi pereyan dişîne şer û wiha vegot: “Ez dayika hemû şehîda me. Abdulkadîr li mafê xwe digeriya. Zimanê xwe parast. Kurê min hişbir nefirotibû. Kurê min destdirêjî li kesî nekir.  Erdogan tecawizkaran berdide. Kujerên jinan berdide. Kurê min bi îşkenceyê mir. Dilopek av nedan kurê min. Me pere dişand pereyê wî nedidanê. Kurd aştiyê dixwazin. Şer naxwazin. Ez ê heta bimrim nifiran li Erdogan bikim.”