Jinên Efgan: Wê têkoşîna li dijî Talîban bidome 2024-10-09 16:38:15       NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Efganistanê bertek nîşanî ferzkirinên Talîbanê yên li ser jinan dan, anîn ziman ku heya Talîban bê darizandin ew ê têbikoşin û gotin: “Divê cîhan bizanibe ku jinên Efgan tu carî dengê xwe qut nakin û dest ji daxwaza edaletê bernadin.”   Komek jinên xwepêşander ên bi navê “Tevgera Fanus a Azadiya Jinên Efganistanê” li cihekî girtî civîneke protestoyî li dar xistin, li dijî zêdekirina qedexeyên li ser jinan û girtina kêfî ya jinan ji aliyê endamên rêxistina Talîbanê ve nerazîbûnen xwe anîn ziman.   Di daxuyaniyê de xemgîniya li hemberî girtinên kêfî yen jin, rojnamevan û karmendên hikûmeta berê ji aliyê Talîbanê ve anîn ziman û daxwaz ji rêxistinên nawneteweyî kirin ku li hemberî kiryarên Talîbanê bertek nîşan bidin û Talîbanê berpirsyar bibînin.   ‘Bila cîhan bizanibe ku jinên Afgan tu carî dengê xwe qut nakin’   Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin ku ev girtinên kêfî binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û nîşaneya zilma bêsînor a koma Talîbanê ye û daxwaza rawestandina binpêkirinên mafên mirovan hat kirin û wiha hat gotin:   “Di roj û mehên borî de, raporên metirsîdar ên kuştina hedefgirtî ya leşkerên berê ji aliyê Talîban ve, zewaca bi zorê ya zarokan bi endamên Talîbanê re û girtina keçên ciwan tenê bi tawana daxwaza azadî û xwendinê ne hatin weşandin. Ev yek binpêkirina prensîbên bingehîn ên edalet û mirovahiyê ye û divê Neteweyên Yekbûyî, Konseya Mafên Mirovan û hemû saziyên navneteweyî dest ji bêdengiya xwe berdin, li hemberî van sûcên organîze yên Talîbanê bi hêz û biryar tevbigerin. Heta ku rêxistinên mafên mirovan jinên Efganî nebînin û nas nekin û edalet ji bo mexdûran pêk neyê, Talîban neyê darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê cîhan bizanibe ku jinên Efgan tu carî dengê xwe qut nakin û dest ji daxwaza edaletê bernadin.”