Şehrîban Mamuka ya tahliye bû hat ziyaretkirin 2024-10-09 15:20:15       WAN - TJA û TUHAY-DER'ê Şehîrban Mamûk a di sala 2018'an de di serdegirtina polîsan a mala xwe de bi îdîaya "li ber polîsan rabûye" hat girtin û rojek berê hatibû berdan ziyaret kirin.     Şehrîban Mamuk a ku li Wanê di serdegirtina polîsan a sala 2018'an a li mala xwe de bi îdiaya "li ber polîsan rabûye" hat girtin û di Kanûna 2023'an de cezayê wê bi dawî bû, di meha Cotmehê de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa T ya Wanê di 7'ê cotmehê de hat tahliyekirin.     Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Girtî û Malbatên Hukumxaran  re (TUHAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana Şehrîbanê hat kirin. Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên navçe û bajarê Wanê, Paritya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar û gelek welatî beşdarî serdanê bûn.   Rêveberê TUHAY-DER'ê Emîn Şeker ê ku di serdanê de axaftinek kurt kir wiha got: “Çavê malbatê ronî be û aqûbet li serê hemû girtiyan be."