Hejmara vê hefteyê ya Kovara Jinê derket 2024-10-06 11:23:42       NAVENDA NÛÇEYAN- Hejmara 84'an a Kovara Jinê bi sernavê "Di Têkoşîna Azadiyê de Jin û Pênûsa Wê" derket.   Kovara Jinê ku her hefte derdikeve pêşberî xunerên xwe, di hejmara xwe ya vê hefteyê de balê dikişîne ser bandora jinên Kurd a di çapemeniyê de û ji ber guhertinên di vê qadê de çêdikin çawa tên hefefgiritn û qetilkirin. Dîcle Mûftûoglû bi sernavê "Wateya ku rojnamegeriya jinê bi Jineolojiyê re tîne cem hev" bi mînaka têkoşîna Nagîhan Akarsel, balê dikişîne ser guhertinên jinan di çapemeniya Kurd de. Ayşe Acar Başaran di gotara xwe ya bi sernavê “Berxwedana Jin, Jiyan, Azadî ya li dijî komployê” de balê dikişîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku çawa bandorê li qadên jiyanê yên jinan dike. Kibriye Evren di nivîsa xwe ya bi serenavê "Di pêkhatina nasnameya jinê ya takekesî û kolektîf de rola çapemeniya kurd" balê dikişîne ser pêvajoya dîrokî ya rojnamegeriya jinê. Oya Açan,  di nivîsa xwe de dibêje“Jinên têkoşer ji mirinê natirsin!” Nezahat Dogan di nivîsa xwe ya bi sernavê "Ruhê ku ken li azadiyê nexş dike" de balê dikişîne ser zextên li ser jinên ku di qada siyasetê de xwedî hêz in û tevî van hemû zextan jî berxwedêr in û balê dikişîne ser berxwedana Gurbetellî Ersoz û xebatên wê yên ji bo rojnamegeriyê.   Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:   *Wateya ku rojnamegeriya jinê bi Jineolojiyê re tîne cem hev – Dîcle Mûftûoglû   *Berxwedana 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li dijî komployê – Ayşe Acar Başaran   *Rola jinan di rojnamegeriya jinên kurd de û di afrandina nasnameya jinê ya kolektîf de – Kibriye Evren   *Jinên têkoşer ji mirinê natirsin! - Oya Açan   *Ruhê ku ken li azadiyê nexş dike - Nezahat Dogan