Cenazeyê Abdulkadîr Kuday anîn Mêrdînê 2024-10-03 10:58:47     MÊRDÎN - Cenazeyê Abdulkadîr Kuday ku yek ji girtiyên nexweş bû û tevî rewşa giran jî nehat berdan û li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, anîn bajarê wî Mêrdînê.    Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dihat ragirtin ku yek ji girtiyên nexweş bû û tevî rewşa xwe ya giran jî nehat tehliyekirin, duh danê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kuday, ji hêla xizmên wî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û nûnerên partiyên siyasî ve ji Saziya Tipa Edlî (ATK) hate girtin û li Balafirgeha Sabîha Gokçenê ya Stenbolê şandin Balafirgeha Mêrdînê.    BI DIRÛŞMAN HATE PÊŞWAZÎKIRIN   Cenazeyê Kuday li ji hêla girseyê ve li balafirgehê hate girtin û bi dirûşma “Şehîd namirin” birin mala wî ya li navçeya Qoserê. Cenazeyê Kuday li vir bi zemar, dirûşm û çepikan hate pêşwazîkirin. Piştre jî cenazeyê Kuday ji bo definkirinê birin gundê Tell Şîrez ê Qoserê.    DÊ LI CEM KURÊ XWE BÊ DEFINKIRIN   Li ser wesiyeta Kuday, cenazeyê wî dê li rex gorên kurê wî Seyîd Riza Kuday (Dijwar Baran) ê di sala 2015’an de li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû û biraziyê wî Alîşer Kuday (Şiyar Mazlum) were definkirin.