Şaredariya Cizîrê ‘Protokola Piştgiriya Hiqûqî ya Ji bo Jinên Mexdurên Tundiyê’ 2024-10-01 19:27:57   ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê bi Baroya Şirnexê re ‘Protokola Piştgiriya Hiqûqî ya Ji bo Jinên Mexdurên Tundiyê’ îmze kir.   Şaredariya Cizîrê ya DEM Partiyê,  Baroya Şirnexê re ‘Protokola Piştgiriya Hiqûqî ya Ji bo Jinên Mexdurên Tundiyê’ îmze kir. Hevşaredar Guler Yerbasan û serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsiz, endamên lijneya rêveberiya baroyê tevli mersîma îmzeyê bûn.   Di çarçoveya protokola hatiye îmzekirin de ji bo jinên mexdurên tundiyê wê piştgiriya hiqûqî bê dayîn.