Rojînê 5 roj in windaye 2024-10-01 15:59:03   WAN - Lêgerîna Rojîn Kabaiş a ku 5 roj in agahî jê nayê girtin, li perava kampusê didome.   Ji 27'ê Îlonê û vir ve tu agahî ji Rojîn Kabaiş a 21 salî ya xwendekara pola yekem a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ye nayê girtin. Xebatên lêgerînê yên ji bo Rojîn a 5 roj in winda ye, li qada peravê ku alavên wê lê hatin dîtin, dewam dikin.   Hêjayî bibîrxistinê bû ku midûrê ewlehiyê yê zanîngehê ku di dema lêgerînê de destûr neda kişandina dîmenan, piştî ku gelek ekîb şandin qada lêgerînê, destûr da dîmenkişandinê.