Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin 2024-10-01 11:38:02     WAN - Li gorî rapora ÎHD’ê ya têkildarî girtîgehên herêma Serhedê, tecrîda li ser girtiyan her ku diçe girantir dibe. Hat diyarkirin ku tedawiya girtiyan nayên kirin û di mijara av û xwarina bi hîjyen de pirsgirêk hene.    Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Wan, Tetwan û Bedlîsê çûn serdana girtîgehên li herêmê û têkildarî binpêkirinên heyî raporek amade kir. Li gorî raporê; binpêkirinên li girtîgehan berdewam in.     Di raporê de hat gotin ku girtiyekî li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê ji ber polîtîkayên tecrîdê û mercên girtîgehê, di 1’ê tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kir û piştî hevdîtinan, di meha îlonê de çalakiya xwe bi dawî kir. Li gorî agahiyên girtî dane ÎHD’ê; dema lêgerîn tên kirin girtî biçûk tên xistin, gardiyan girtiyan li gorî “cureyê sûcan” dabeş dikin, di dema hevdîtinên bi îdareyê re de mayina ser pêyan tê ferzkirin, îdare guh nade daxwazên girtiyan, daxwazname bêbersiv tên hiştin û di rewşên pir lezgîn de jî girtiyan naşînin revîrê.    Li heman girtîgehê bi girtiyeke din ê di nava lîsteya girtiyên nexweşiya wan giran de cih digire re hevdîtin hate kirin. Hat ragihandin ku aliyê çepê yê mejiyê girtiyê behsa xeberê ji sedî 90 bêfonksiyon bûye, di her du piyên wî de pirsgirêk heye û romatîzma heye, nexweşiya wî ya prostatê heye, nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne, bi tena serê xwe nikare sexbêra xwe bike, bi alîkariya girtiyên din xwe sexbêra xwe dike û ji bo rapora şandeyê sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin lê hêj rapor nehatiye dayin.     Li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê jî bi girtiyekî re hevdîtin hate kirin. Girtiyî, da zanîn ku li odeyeke ji 3 kesan pêk tê tên ragirtin, qawîş ji bo wan teng tê, lêgerîna tazî tê ferzkirin û ji ber ku vê sepanê qebûl nakin wan naşînin nexweşxaneyê. Girtiyî got ku ji pişta xwe ve birîndar e, nayê tedawîkirin û sewqên wan ên nexweşxaneyê jî 6-7 meh piştre tên kirin.    Girtiyê bi navê S.A. jî qala binpêkirinan kir û destnîşan kir ku her tim bi ser hişê xwe diçe lê hêj jî nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin, di dema ketin û derketina qawîşê de li dijî wan nêzikatiyên biçûkxistinê tên raberkirin û li wan tê ferzkirin ku solên xwe derxînin. Bi domdarî girtî da zanîn ku wergirtina wan a pirtûkan hatiye bisînorkirin û di nava 2 mehan de herî zêde dikarin 15 pirtûkan bistînin, girtina rojname, kovar û hwd. hatine bisînorkirin, tehliyeya girtiyên înfaza xwe temam kirine ji hêla lijneya rêveberî û çavdêriyê ve tên taloqkirin.     ÎHD’ê li Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê jî bi girtiyan re hevdîtin kir. Girtiyê ku hevdîtin pê re hatiye kirin diyar kir ku di qawîşa wan de 19 girtî dimînin, ji ber ku perdeya guhê wî teqiyaye û divê sewqî Wanê were kirin lê nayê sewqkirin. Girtiyî got ku pirsgirêka wan a ava vexwarinê hêj didome, ji muslixê ava paqij a ku bikare were vexwarin nayê, xwarinên wan hîjyenîk nînin û kêm tên dayin. Her wiha hat daxuyandin ku girtiyê nifûsa wî li ser ya Îranê ji bo hevdîtina li ser telefonê ya 10 deqeyan neçar maye ku 340 TL’an bide û ji ber ku hêza wî bi têr nake ewqas pereyan bide, nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.     Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jî bi girtiyan re hevdîtin hate kirin. Girtiyê hevdîtin pê re hatiye kirin anî ziman ku nexweşê tansiyona bilind e, sewqên wan ên ji bo revîr û nexweşxaneyê dereng tên kirin, dermanên wan di dema xwe de nayên dayin. Girtiyeke din jî diyar kir ku ji ber sekn û nêzikatiya rêveberiya girtîgehê, rewşa girtiyên nexweş girantir bûye.