Astengî bi werzîş, perwerdehî û gihîştina xakê re tê rakirin 2024-10-01 10:22:51     AMED - Şagirtên berastengdar ên li Navenda Jiyana Berastengan ya Musa Anter a Şaredariya Peyasê dixwînin, di perwerdehiya werzîşê de dersên taybet dibînin, şiyana wan a bi tena serê xwe tevgerîn, livbazî û lênihêrîna wan ya bi xwe baweriyê zêde dike.   Bi saya perwerdehiya werzîşê ya dersên taybet û çalakiyên civakî yên cihê, 86 xwendekarên li Navenda Jiyana Berasgdaran a Mûsa Anter ku dixwînin, berastengdarên xwendekar bi tena serê xwe dikarin tevbigerin, livbazî û lênihêrîna wan ya bi xwe baweriyê jî zêde dike.   Werzîş, Perwerde û Xweza   Mamosteyên li navenda berastengdaran bi alîkariya perwerdehiya werzîşê ya di polek e taybet de ku ji xwendekaran re tê dayîn, bizav, pêşketina kapasîteya hevsengiyê, xurtkirina masûlkan, pêşketina hevrêziya çav û laş tê de xûrt dikin, didin. Li Navenda Berastengdaran xebata rêz xêzkirinê, hînbûna tîp û hejmaran, bi xwendin û nivîsandinê re xurtkirina wan a derûnî, bi zeximkirina zihnî û hişî, fêrbûn û naskirina rengan, bi alîkariya qartên bîranînê naskirina ajal û xebatên bizav û polên boyaxkirinê ku têne dayîn, hiş û tiliyên wan pêş ve dibin. Û bi vî awayî jêhatîbûn û têgihîştina wan tê zêde kirin.   Hevdîtina bi xwezayê re   Di daxuyaniya Navenda Jiyana Berastengdaran a Mûsa Anter de wiha hat gotin: “Em zarokan di demek e diyarkirî de dibin Baxçeyê Perwerdeyê ya Ekolojiyê ku di nava parka me ya 75’an de cih digire, bi ax û xwezayê re digihên hev. Li vir bi têkûzkirina baxçe, avdanî û çandinê re mijûl dibin.” Hat diyarkirin ku bi rêya van perwerdehiyan ji bo perwerdekar û xwendekarên berastengdaran kedek mezin tê dayîn.