Di serdegirtina malan a Şirnex û Erziromê de 6 kes hatin binçavkirin 2024-10-01 10:15:15     ŞIRNEX/ERZIROM - Li Hezex û Erziromê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin.    Îro di saetên serê sibê de li navçeya Hezex a Şirnexê û Erziromê bi ser malan de hate girtin. Hevserokê DBP’ê yê Erziromê di nav de 6 kes hatin binçavkirin.    Şirnex   Di serdegirtinên malan ên li gundê Hespîst ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê de 4 kes hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku piştî lêgerînên li malan hatin kirin Mûrat û Hasîbe Tekîn ên hevjînên hev û welatiyên bi navê Sadiye Tekîn û Mervan Tekîn ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin.    Kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendermeyan a Hezexê.    Erzirom   Di serdegirtinên malan ên li Erziromê de jî Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Erziromê Ramazan Karakaş û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Qereyaziyê yê berê Çetîn Demîr hatin binçavkirin. Tê payîn ku Demîr û Karakaş ê di çarçoveya lêpirsîna bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê hatiye destpêkirin de hatin binçavkirin dê bibin Agiriyê.    Têkildarî sedemê binçavkirinên hatin kirin agahî nehatin bidestxistin.