Lêgerîna li Rojînê 3 roj in dıdome 2024-09-30 21:58:21   WAN - Xebatên lêgerînê yên ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ji 27’ê îlonê ve winda ye, 3 roj in didomin.   Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş ku Beşa Pêşxistina Zarokan dixwîne, ji şeva 27’ê îlovê ve winda bû. Rojînê li Wargeha Jinan a Seyyîd Fehîm Arvasî ya li kampusa zanîngehê dima û di 27’ê îlonê de piştî li wargehê xwarinê dixwe derdikeve û careke din agahî jê nayê girtin. Rojînê cuzdana xwe, telefon, av û keka xwe li kêleka behrê hiştiye û aqûbeta wê nayê zanîn. Xebatên lêgerînê yên ji bo Rojînê hatine destpêkirin, 3 roj li pey xwe hiştin. Lê, tu agahî di derbarê Rojînê de nehatin dîtin.   Xebatên lêgerîna di Behra Wanê de ji ber ku roj çû ava û dinya tarî bû heta serê sibê hatin sekinandin, lê xebatên li derdora zanîngehê bênavber didomin. Malbata Rojînê jî derbasî cihê ku şev lê dimînin bûn û dê sibê dîsa biçin cihê lêgerînê.