Li Îzmîrê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ 2024-09-30 16:15:34     ÎZMÎR - Li pêşiya Girtîgeha Kiriklarê çalakiya “Deng bide azadiyê” hat lidarxistin û banga rakirina tecrîda li Îmraliyê û girtîgehan hate kirin.    Xizmên girtiyan û komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) li pêşiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kiriklar a Buca ya Îzmîrê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Beşdaran pêşmalkên “Na ji tecrîdê re” li xwe kirin û pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirtin.    Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Na ji tecrîdê re, ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê, DBP’ê, ANYAKAYDER,  DAD û gelek xizmên girtiyan tev li bûn.    Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut di çalakiyê de axivî û got ku sepanên tecrîdê yên li Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûne û ev ne rewşekî rashatî ye. Vezan, wiha domand: “Girtîgehên bi tîpên Y, S û Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind li ser psîkolojî û bedena mirovan rê li ber texrîbatên mezin vedikin. Girtî û hikûmxwaran ji derve îzole dikin û bi vê yekê re jî dixwazin wan bi tenê bihêlin, îradeya wan tune bikin û bi awayekî bêdeng wan ji hêla ruhî û fîzîkî ve tune bikin. Di serî de Îmrali, divê di demekî herî nêz de ev sepanên derhiqûqî li tevahiya girtîgehan bên rakirin û di vê mijarê de îktîdarê hişyar dikin. Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Bila tecrîda li tevahiya girtîgehan bê rakirin. Ji girtiyên siyasî re azadî.”    Çalakî, bi dirûşman bi dawî bû.