Li Brîtanyayê wê romana bi navê ‘Azadî wê bi serkeve’ bê nasandin 2024-09-30 16:09:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Brîtanyayê wê di 3 û 4’ê Cotmehê de romana ‘Azadî wê bi serkeve’ ya bi zimanê Îngilîzî ku li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku 26 sal in li Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîdê yên giran de tê girtin, bê nasandin.   Li Brîtanyayê romana bi navê ‘Azadî wê bi serkeve’ ku li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku 26 sal in li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin hatiye amadekirin, di 3 û 4’ê Cotmehê de bê nasandin. Çalakî bi pêşengiya Navenda Demokratîk a Kurdên Brîtanya (NADEK), Meclîsa Jiyan a Jinan û PJAK’ê tê organîzekirin û wê 3’yê Cotmehê saet dora 13.00-15.00’an de li Salona Semînerê ya Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Cambrîdge bê lidar xistin.   Her wiha çalakiya 4’ê Cotmehê jî wê di saet 17.00’an de li Navenda Civaka Kurd a Londonê ya li London N4 1HU bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Londonê pêk were. Di 4’ê Cotmehê de bi çalakiyek hevpar a NADEK, Meclîsa Jiyan a Jinan, Tekojin û Tevgera Ciwanên Şoreşger wê roman li Navenda Civaka Kurd a Londonê bê nasandin. Roman ji aliyê nivîskarê xwedî xelat ê Skoçî Sean Michael Wilson, wêneyên wê jî ji aliyê Keko yê Kurd ve hate amadekirin. Herdu çalakiyên danasînê we bi beşdariya nivîskar Wilson û Nûnerê Înîsiyatîfa Navneteweyî Reimar Heidar pêk were.   Piştî axaftina danasînê çalakî wê bi pirs û bersivan bi dawî bibe.