Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir 2024-09-30 15:35:24     WAN - Platforma Jinan a Wanê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ji bo Rojîn Kabaîş a ji 27’ê mehê ve winda ye, li kampusa zanîngehê ku Rojîn lê winda bû daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew dê şopdarên xebatên lêgerînê bin.   Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş (21) ku di Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê dixwîne, di şeva 27’ê îlonê de winda bû û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Xebatên lêgerînê ev 3 roj in didome, lê hêj pêşveçûneke berbiçav nebûye. Platforma Jinan a Wanê û Platforma Ked û Demokrasî ya Wanê têkildarî windabûna Rojînê li cihê bûyerê daxuyanî dan. Malbata Rojînê, endamên her du saziyan û gelek kes tev li daxuyanê bûn.    Parêzer Zeynep Demîr ku li ser navê her du platforman metna daxuyaniyê xwend, bal kişand ser kêmbûna xebatên lêgerînê û wiha got: “Di 29’ê Îlonê roja Yekşemê de em weke saziyên Serokatiya Baroya Wanê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Komeleya Jinan a STAR, Komîsyona Jinan a OHD’ê saet derdora 15.00’an ji bo çavdêriyê çûn qada lêgerînê. Hat dîtin ku li herêmê xebat bi têra xwe nayên meşandin, piştî ku saziyên me çûn herêmê, hêzên ewlehiyê hatin zêdekirin, lêgerînên hewayî hatin destpêkirin û lêgerîna avê dewam kir. Êvarê saet derdora 20.00’an de em dîsa weke Baroya Wanê, Navenda Mafên Jinan ji bo çavdêriyê çûn qadê. Hat tesbîtkirin ku li kampusa zanîngehê û gundê Bardakçi yê girêdayî wê xebatên lêgerînê nehatine kirin.”   Zeynep di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Divê dewlet li gorî Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’an tedbîrên parastin û pêşîlêgirtinê bigire. Diviyabû ji dema ku bûyer ji aliyê rayedaran ve hat hînbûn, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên berfireh bihatana kirin. Em daxwaz dikin ku ketin û derketina zanîngehan bên kontrolkirin û li ser gund û cihên bi guman lêkolînên bi bandor bên kirin. Em daxwaza xwe dûbare dikin ku lêkolîna li ser dîtina Rojîn ne tenê li ser bingeha xwekuştinê yan xeniqînê bê kirin, lê belê lêkolînek bi bandor bi pêşîgirtina îhtîmala kuştin, windakirina bi zorê an jî desteserkirina ji azadiyê were kirin.”   Zeynep wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi Rojîn Kabaiş a Wanê re rastiya tundiya li ser jinên din û windakirina jinan careke din derket holê. Weke pêkhateyên Platforma Jinan a Wanê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, em radigihînin ku em polîtîkayên hikûmetê yên ku dibin sedema tundiya li ser jinan, ji Gulîstan Dokûyê ve qebûl nakin. Em ji raya giştî re radigihînin ku heta Rojîn Kabaiş bê dîtin em ê bûyerê bişopînin.”    Piştre Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras axivî û Gulistan Doku bi bîr xist û destnîşan kir ku ew ê nehêlin dosyeya Rojîn Kabaiş bibe mîna dosyeya Gulistan Doku û wiha berdewam kir: “Em li vir in ku ji bo lêpirsîneke bi bandor bê kirin. Demek dirêj ji roja înê re derbas bû. Di rewşên weha de yek ji tiştên herî girîng ew e ku divê em bi demê re pêşbaziyê bikin. Ji roja ku me xeber girtiye, em wek baro, Navenda Mafên Jinan a Baroyê û saziyên sivîl hatin vir û li cihê bûyerê çavdêrî û lêkolîn kirin. Di hevdîtinên me yên bi polîs û dozgeriyê re, em dizanin ku her çend xebatên lêgerînê dewam bikin jî divê ev yek bê xurtkirin. Em bang li Walîtiya Wanê, Serdozgeriya Komarê û Midûriyeta Polîsan dikin ku lêgerîn tenê ji ber gumanan neyê kirin û lêpirsîn bi balkişandina li ser hemû gumanan bê kirin. Xebatên li gundê nêzî kampusê û xebatên li seranserê Wanê divê bi bandor bên meşandin. Weke Baroya Wanê em diyar dikin ku dê dosyeya Rojîn Kabaiş nebe dosyeya di refên dozgeriyê de. Em ê dosye û pêvajoyê bişopînin.”