Li Awûstûryayê berhemên Abdullah Ocalan hatin xwendin 2024-09-30 12:36:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Viyana, Graz û Lînzê yên Awûstûryayê berhemên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xwendin.   Tevgera Jinên Kurd a Awûstûryayê bi dirûşma 'Na ji sîstema qirkirin, tecrîd û îşkenceyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, azadî ji Rêber Apo, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' li bajarên Viyana, Graz û Lînzê li Navendên Civaka Kurd a Demokratîk bi mijara 'Rêbertî' çalakiyên xwendinê li dar xist.   Li bajarê Lînzê beşên ji berhema 'Siyaseta Serdema Şaristaniya Demokratîk-Siyaseta Demokratîk', li Viyanayê not û nameyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' hatin xwendin.   Li bajarê Grazê jî nivîsên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser afirandina qadên azadiyê, sîstema xweparastinê ya jinê nivîs hatin nivîsandin.   Çalakiyên li herêmên cuda bi qasî du saetan dewam kir û gel eleqeyeke mezin nîşan da.