Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket 2024-09-30 09:07:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 250'yan a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ji bo ziman, çand û hebûnê qiyametê rakin” derket.   Rojnameya Xwebûnê di manşet û surmanşeta vê hejmara xwe de bal kişand ser êrîşên dewletê yên li ser ziman û xwezaya Kurdistanê. Rojnameyê binçavkirina 30 xizmetkarên MED-DER û saziyên kurdî serdegirtina saziyên kurdî kir mijara sereke. Dîsa qanûnên ji bo qetilkirina pezkoviyên li Kurdistanê û înkara nirxên kurdan bi polîtîkayên înkar û imhaya gelê kurd ve girêda.   Rojnameyê di rûpela jinê de bi sernavê “Malbat çima mînyatura dewletê ye” bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî malbatê. Nivîskar Serdil Akdag bal kişand ser rola malbatê ya di nava dewletê de û destnîşan kir ku îro malbat li dewsa ku bibe qada jiyana bi hev re, bûye qada neheqiyan.    Rojnameyê cih da nûçeya li ser mafê hêviyê jî û nirxandinên endama OHD’ê Rengîn Ergul. Prz. Ergul, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne îstîsna ye û got: “Li Tirkiyeyê 4 hezar girtiyên siyasî yên muebeta giran hene. Divê hemû ji mafê hêviyê sûdê bigirin.”