'Ji bo naskirina rêbazên Jineolojiyê konferans girîng bû' 2024-09-30 09:04:57     HESEKÊ - Endama Navenda Jineolojiyê Nofa Elî ya tevli konferansa duyemîn a Akademiya Jineolojiyê ya li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bû da zanîn jin bi heyecaneke mezin tevli konferansê bûn û wiha got:"Ji bo naskirina rêbazên Jineolojiyê konferans girîng bû. Metedolojiya Jineolojiyê, Jineolojî bi kîjan rê û rêbazan bawer dikin, bi kîjan rê û rêbazan karê xwe dimeşînin, li ser wan esasan 2’yem konferans hat lidarxistin. Wekî hat gotin zanatiya jinan bi jineolojiyê nûjen dibe."   Konferansa duyemîn a Akademiya Jineolojiyê ya li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe” di 25-26’ê Îlonê de li eywana Serdem a li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Di konferansas ku 300 delege beşdar bûbûn de, li ser rêbaz û sparteyên zanista jinan nîqaş hatin kirin.   Endama Navenda Jineolojiyê Nofa Elî ya tevli konferansa duyemîn a Akademiya Jineolojiyê ya li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bû nirxandin kir.    'Ji bo amadekiriya konferansê gelek xebat hatin kirin'   Nofa da zanîn ji bo amadekariya konferansê wan kedeke mezin dane û wiha got:"Ez jî di nav amadekariya konferansê de bûm û her wiha di nav konferansê de jî min cihê xwe girt. Di serî de lidarxistina konferansê li rêberê rêberan, rêberê ku jinan ji tarîtiyê rizgar kir, pîroz dikin. Di heman demê de em li hemû jinên xebatkar û hemû jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide pîroz dikin. Ji bo amadekariya vê konferansê bi rastî gelek xebat hatin kirin. Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê di qada gerdûnî û Rojhilata Navîn de xebat hatin kirin. Jixwe me berê jî daxuyakirin û tê zanîn jî Jineolojî ne zanisteke tenê girêdayî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û tenê ne girêdayî jinên kurd e. Lê her jina ku li ser vê erdnîgariyê dijî û her jinên ku bûne mehkûmê pergala kapîtalîst ji bo wan kar û xebat tên kirin."   'Pêdivî ji lidarxistina konferansê hebû'   Nofa da zanîn ji bo belavkirina zanista Jinolojiyê konferansên tên lidarxistin gaveke girîng in û wiha got:"Jixwe yekem konferansa Jinelojiyê di sala 2018’an de hat lidarxistin. Navê zanista şoreşa jinê jineolojî ye. Di vê konferansê de gelek xebat hatin kirin û di heman demê de gelek biryar hatin girtin. Ev gava yekem ji bo danasîna Jineolojiyê ya di nava civakê de bû. Jineolojî ji sala 2017’an şûnde şaxên xwe li Kurdistanê belav kir. Ji ber vê yekê koferansa yekem di sala 2018’an de hat lidarxistin. Piştî 6 sal şûnde careke din konferansa 2’yem di bin navê ‘Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe’ de hat lidarxistin. Li gorî daxwaz û li gorî xebatên hatin kirin pêwistî lidarxistina konferansê hebû. Wek min di destpêke de jî got; Di koferansa yekem de biryara Jineolojî çi ye, bi kijan rêbazê kar dike, çi hewcedariya xaka rojavayê Kurdistanê bi Jinelojiyê heye?"   'Ji bo naskirina rêbazên Jineolojiyê konferans girîng bû'   Nofa da zanîn zanatiya jinan bi jineolojiyê nûjen dibe û wiha pê de çû:"Di nav 6 salan de ev kar û xebat li rojavayê Kurdistanê berfireh hatin kirin. Di hemû qadan de wek Jineolojî pêşengtiya jinan tê kirin. Piştî 6 sal şûnde armanca me ya vê konferansê; em ji gel re, di heman demê de ji civakê re, di heman demê ji jinan re û her wiha kesên ku dixwazin rêbazên Jineolojiyê nas bikin ev konferans hat lidarxistin. Ji bo naskirina rêbazên Jineolojiyê konferans girîng bû. Metedolojiya Jineolojiyê, Jineolojî bi kîjan rê û rêbazan bawer dikin, bi kîjan rê û rêbazan karê xwe dimeşînin, li ser wan esasan 2’yem konferans hat lidarxistin. Wekî hat gotin zanatiya jinan bi jineolojiyê nûjen dibe."   'Heyecanek xurt û tevlîbûnek xurt hebû'   Nofa da zanîn ji bo konferansê heyecanek mezin hebû û wiha got:"Beşdarbûna jinan a vê konferansê gelek xurt e û bi heyecan e. Ji her netewan jin, wek ereb, suryan û jinên enternasyonal tevlî konferansê bûn. Jinên ku nekarin tevlî konferansê bibin jî peyamên xwe şandin. Ev yek ji bo me serfiraziyek bû. Jineolojî kariye xwe bighîne ewqas jinan. Ji bo jinan bûye hêza jiyanê. Rastî jî tiştekî dîrokî ye. Bi saya Rêber Apo û hemû jinên ku di vê rêyê de canê xwe dane û wekî her kes jî dizane kesayetên wek Nagîhan Akarsel gelekî girîng in. Ji ber ku keda wê gelek zêde ye. Heyecanek xurt û tevlîbûnek xurt hebû."   'Jineolojî zanista şoreşa jinê ye'   Nofa da zanîn belavkirina zanista Jineolojiyê erkek pîroz e û wiha got:" Armancên me pir xurt in. Şoreşa jinan didin diyarkirin. Di heman demê de Jineolojî wekî zanista şoreşa jinê didin diyarkirin. Helbet erkek gelek mezin e. Armancên gelek xurt in. Armancên dîrokî ne. Her wiha gavê pir mezin jî hewce dike. Em ê li ser şopên hevalên xwe, jinên ku di vê rêyê de canê xwe feda kirine û ji bo rêberê rêberan Rêber Apo karê xwe bimeşînin."