Ji Jineolojiyê Elîf Îpek: Yekane rê têkoşîna yekbûyî ye 2024-09-30 09:03:15   WAN - Xebatkara Kovara Jineolojiyê Elîf Îpek balkişand ser heqîqeta jinê û got: “Ji dîrokê heta niha heqîqeta jinê hat tunekirin, rastiyeke ku hatiye tunekirin heye. Divê ev ax ji ser jinan bê avêtin.  Têkoşîna hepvar êdî di alî jinan de yekane rêya çareseriyê ye.”   Kovara Jineolojiyê ku 10 sal e di çarçoveya azadî û zanista jinê de têkoşîna xwe didomîne, di her qadê de dest dide jinan û bûye sîwaneya hevpar a jinan. Jîneolojî ku ji perspektîf û îdeolojiyên cuda re jî pêşengiyê dike, ji Rojhilata navîn heta Ewropayê bi felsefeya "jin jiyan azadî"  têkoşîna xwe didomîne.   Xebatkara kovara  jîneolojiyê Elîf Îpek der barê têkoşîna hevpar a jinan de nirxandin kir.   ‘Divê ev axa mirî ji ser jinan bê avêtin’   Elîfê da zanîn ku jineolojî di alî jinên Kurd de xwedî paşerojeke kevnare û jineolojî divê seranserê jiyanê di rojeva jinan de be. Elîfê wiha domand: “Ji dîrokê heta niha heqîqeta jinê hat tunekirin, rastiyeke ku hatiye tunekirin heye. Divê ev ax ji ser jinan bê avêtin.  Têkoşîna hepvar êdî di alî jinan de yekane rêya çareseriyê ye. Jîneolojî qadeke lekolînê ya girînge.”   ‘Jineolojiyê heqîqeta jinan wek xebat danî ber xwe’   Elîfê destnîşan kir ku ji bo derxistina holê ya heqîqeta jinê divê lêkolînek cidî bê kirin û wiha dirêjî dayê: “Di vê mijarê de jîneolojiyê ev wek xebat danî pêş xwe. di encama vê de li dijî serdestiya mêr, tê hedefkirin ku civakîbûna jinê, cihê jinê yê di civakê de ji nû ve bê sazkirin, cihê ku heq dike lê bi cih bike, pekhatina edelet û wekheviyê hedef dike.  Jineolojî di vê mijarê de xebatan dimeşîne. Jineolojî di jiyana jinan de aliyê perwerde, dîrok, sosyolojî, aliyê tenduristî, etîk-estetîk ji nûve dihûne. Ji bo tengukirina pergala serdest ya mêr û firehkirina qada jiyanê qadeke girîng a fireh vedike.”   ‘Yekane çareserî têkoşîna hevpar e’   Elîfê daxuyakirin ku jin bi hezaran salan e li dijî pergala serdest ya mêr têkoşînê dimeşînin û berxwedanê hem di alî têkoşîn hem di alî rê û rêbazan de didomînin. Elîfê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Têkoşînê her tim berdewam kiriye. Li ser têkoşîna hevpar nîqaşên cidî tênmeşandin. Ji ber jinên cîhanê îro ji ber pêşketina tekonolojiyê ji her tiştî zûtir agahdar dibin û qada rêxistinê dibînin. Ji ber vê jî têkoşînê tecrubeyên girîng bidest xistin.  Yaken çareseriya li dijî pergala serdest ya mêr têkoşîna hevpar e.”   ‘Têkoşîna hevpar a felsefeya jin jiyan azadî girîng e’   Elîfê balkişand ser xeta têkoşîna hepvar û got dema têkoşîna hevpar tê hûnandin gelek rê û rêbaz hene û wiha dawî lê anî: “Jinan seranserê dîrokê de ev bi tecrubeyên cuda derxisti ye holê. Îro di asta glbaol de piştevaniyek jinê yekitiya jinê mijara gotinê ye. Hinek projeyên vê hedef dikin di rojevê de ne. Yek ji van jî konfederalîzma jinane. Jin di pergala konfederal de xwe rêxistin dikin û em di heman fikrî de ne ku têkoşîna hevpar a felsefeya jin jiyan azadî wê piştgiriyek mezin bide yekbûnê.”