Ji Baroya Wanê ji bo Rojînê daxuyanî 2024-09-29 21:21:01     WAN- Baroya Wanê ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ya 21 ku winda bûye daxuyanî da.   Li Wanê di 27’ê îlonê roja înê xwendekara Pêşketina Zarokan a  Zanîngeha Yuzuncuyilê Rojîn Kabaîş ya 21 salî winda bû. Xebatên lêgerînê didomin. Serokê Baroya Wanê parêzer Sînan Ozaraz û parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroyê bi malbat û rayedaran re hevdîtin kir.   Piştî hevdîtinê baroyê daxuyaniyek da û got heta Rojîn bê dîtin wê şopdarê pêvajoyê bin.