Bejahiya Pasûrê li gel hat qedexekirin 2024-09-29 12:17:27     AMED - Gundek û gelek gundikên li bejahiya navçeya Pasûr a Amedê ji bo 15 rojan li şêniyên herêmê hate qedexekirin.   Walîtiya dewleta Tirk a li Amedê gundê Eskarê û herêma navbera gundikên Simetax, Guhermi û Nedrehuşê weke 'Herêma ewlekariya taybet a demkî' ragihand.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku heta 13'ê Cotmehê ketin û derketina herêmê wê bi destûrê bê kirin.