Li Cenevreyê konferansa 'Tecrîd û çareseriya siyasî ya li Rojhilata Navîn' 2024-09-29 12:16:46     NAVENDA NÛÇEYAN -Têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya li Rojhilata Navîn li bajarê Cenevre yê Swîsreyê konferansek hate lidarxistin.   Di bin navê "Li Rojhilata Navîn çareseriya siyasî: Fîlîstîn-Kurdistan - Întîfada, Serhildan" bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê (NCDK-Ge) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li salonga Amfi Tiyatro ya Zanîngeha Karker a Cenevreyê (Université ouvrière de Genève) konferansek hate lidarxistin.   PCR (Partiya Şoreşger a Komunîst) û Tora Serhildan a enternasyonalîst piştgirî dan konferansê. Parlamentera dema berê ya HDP'ê Ayşe Acar Başraan, nûnerê PCR'ê Luc Rolli, ji Komîteya Piştevaniya bi Rojava re aktîvîst Nadina û ji Tora Piştevaniya bi Fîlîstînê re nûnerek weke qiseker beşdarî konferansê bûn.   Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên cîhanê dest pê kir.   Ayşe Acar Başaran destpêkê axivî, qala komploya 9'ê Cotmeha 1998'an kir ku li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate kirin û bi bîr xist ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê 25 sal in tecrîd û sîstema êşkenceyê heye.   Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku êşkenceya tecrîdê ya ku di bin kontrola dewletên navneteweyî de li Îmraliyê tê meşandin, li tevahiya welêt belav bûye. Ayşe Acar Başaran got, "Bi dagirkeriya li ser Kurdistanê re êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd li ser siyaseta Kurd, zimanê Kurd, xweza, jin û zarokên Kurd bi êrîşan dewam dike."   Ayşe Acar Başaran pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' bi bîr xist ku 10'ê Cotmeha 2023'an ji aliyê dostên gelê Kurd ve di asta navneteweyî de hate destpêkirin û got, "Di rewşa heyî de divê piştevaniya enternasyonalîst bê xurtkirin. Her piştgiriya ku dostên gelê Kurd bide wê vê pêngavê bi ser bixîne."   Konferansê bi pêşkêşiya nûnerê PCR'ê Luc Rolli dewam kir.   Luc Rolli anî ziman ku sîstema kapîtalîst bi taybetî jî NATO ya bi bandora DYE'yê tevdigere, ji bo qada xwe berfireh bike gelan dixe nava şer.   Rolli diyar kir ku êrîşên qirkirinê yên bi dehan salan ên hikumetên Tirkiye û Îsraîlê dikin, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e ku hêzên kapîtalîst li dijî gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê dimeşînin.   Rolli destnîşan kir ku Bi Şoreşa Rojava ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û têkoşîna gelê Fîlîstînê ruhê berxwedanê li dijî sîstema kapîtalîst afirandiye û got, "Bi van têkoşînan wê mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelên Rojhilata Navîn misoger bike û rêya konfederalîzma civakî û demokratîk diyar bike ku rizgariya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye."   Piştî pêşkêşiya Luc Rolli beşa duyemîn a konferansê destpê kir. Di beşa duyemîn a konferansê de aktîvîstên Komîteya Piştevaniya bi Rojava re û Tora Piştevaniya bi Fîlîstînê re pêşkêşî kirin.   Piştî beşa pirs û bersivê di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' beşdaran posterên Abdullah Ocalan hildan û konferans bi dawî kirin.