Ji Înîsiyatîfa ji Nagîhan Akarsel re Edalet a Navneteweyî bang 2024-09-29 10:35:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Ji Nagihan Akarsel re Edalet a Navneteweyî diyar kir ku tevî gelek delîl û îtîrafan ku rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarsel bi organîzeya rayedarên Tirkiyeyê hatiye kuştin jî tenê tetîkkêş Îsmaîl Rasîm Rifat Peker hatiye cezakirin. Înîsiyatîfê xwest ku kesên cînayet teşwîq kirin jî bên darizandin.    Înîsiyatîfa Ji Nagihan Akarsel re Edalet a Navneteweyî têkildarî encama doza endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel ku di 4’ê cotmeha 2022’yan de li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê hatibû qetilkirin, daxuyanî da.    Daxuyanî wiha ye: “Di 24’ê kanûna 2023’yan de kujer Îsmaîl Rasîm Rifat Peker ku hemwelatiyê Tirkiyeyê ye, li gorî xala 2.2 ya Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê ji aliyê Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistanê ve mehkûmî îdamê hate kirin. Lê ne ji raya giştî û ne jî malbat û xizmên Nagihan Akarsel re der barê lêpirsîn û pêvajoya dadgehê de agahî nehat dayîn. Bi vî awayî malbata wî ji mafê beşdarbûna dozê bi rêya nûnertiya hiqûqî bêpar kirin.”   Mukurhatina tetîk keş   Li gorî biryara dadgehê û agahiyên ji çapemeniyê hatin girtin, Îsmaîl Peker beriya niha li Tirkiyeyê bi hinceta ku di kanûna 2017’an de bi satûrê êrişî jinekê kiriye hatiye girtin. Peker tevî ku 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, piştî 4 sal û 2 mehan di sala 2022'yan de hat berdan. Îsmaîl Peker piştî kuştina Nagihan Akarsel, di daxuyaniyên xwe yên ji rayedarên başûrê Kurdistanê re li xwe mikur hat ku di dema girtina wî ya li Tirkiyeyê de, ji aliyê 'rayedarekî dewleta tirk' ve ji bo kuştina Nagihan Akarsel biçe Silêmaniyê û pere jî jê re hatiye dayîn. Wî destnîşan kir ku di dema plansazkirin û pêkanîna vê cînayetê de ji aliyê endamên MÎT'ê ve ve hatiye birêvebirin û di dema ku li Silêmaniyê maye jî bi wî re di nava danûstandinê de bûye. Ji bo ku sûc bike çek dane wî. Rastiya ku Peker di MÎT'ê de dixebitî, bi daxuyaniya Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Alî Riza Guney jî ku çend roj piştî qetilkirina Nagîhan Akarsel hat qetilkirin hat piştrastkirin.   Ji bo kesên teşwîk kirin lêpirsîn nehat kirin   Tevî ku gelek şahid û delîl hebûn ku rayedarên dewleta tirk qetilkirina Nagihan Akarsel organîze kirine û gelek kes tev li sûcê bûne jî, tenê Îsmaîl Rasîm Rifat Peker hat mehkûmkirin. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, ne tenê ji bo pêşîgirtina li kuştinên siyasî yên din tu tedbîrên siyasî nehatine girtin lê belê heta niha jî der barê teşwîqkarên kuştinê yan jî hevkarên din de jî ti tedbîrên hiqûqî nehatine girtin.   Bêdengî dibe sedema cesaretê   Nûnera Rêveberiya Yekitiya Ewropayê ya Karûbarên Derve li Iraq, Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê di bersiva nameya me ya sala borî de wiha got; ‘Yekitiya Ewropayê li Hewlêrê li ser şopandina pirs û lêkolînên cuda yên der barê vê kuştinê de dewam dike.’ Lê xuya dike ku ji bo parastina jiyan û azadiya ramana parêzvanên mafên jinên kurd tu tevdîr nehatine girtin. Berevajî vê, helwesta Herêma Kurdistanê û rayedarên Iraqê, nebûna mueyîdeyên mekanîzmayên hiqûqa mafên mirovan ên navneteweyî û bêhelwestîya siyasî ya saziyên navneteweyî, hikûmeta AKP-MHP’ê re cesaret dide da ku li Tirkiyeyê û dervayî Tirkiyeyê kuştinên siyasetmedar, pêşeng û rojnamegerên kurd zêde bike.    Qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez   Qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê, bi êrişa hewayî ya bêmirov qetilkirina Zeyneb Saruhan a di 22’yê îlona 2022’yan de li qada Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qetilkirina Emîne Kara ya 23 salî li Parîsê, di 20'ê hezîrana 2023'yan bi êrişa hewayî ya bêmirov a artêşa tirk a li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina Leyman Şiwêş û Yuşra Derwîş û kuştina Firyal Silêman Xalid li Kerkûkê / Başûrê Kurdistan-Iraq di 18'ê çileya 2024'an de. Herî dawî jî di 23’ê Tebaxa 2024’an de li bajarê Silêmaniyeyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ya Iraqê balafireke bêmirov a artêşa tirk wesayîta ku rojnamevanên Kurd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn tê de bûn kir hedef û qetil kir. Piştî operasyonên qirkirinê yên Sedam Hisên ên 'Enfal'ê, niha jî artêşa tirk li heman herêmên başûrê Kurdistanê gundên kurdan û suryanan bombe dike û vala dike, daristanan dişewitîne û sivîlan -zilam, jin û zarok- qetil dike. Ji sala 2023’yan heta tîrmeha 2024’an li xaka Başûrê Kurdistanê 4 jê zarok bi giştî 30 sivîl ji aliyê artêşa tirk ve hatin qetilkirin.   Ji bo tevdîrgiritnê bang   Em bang li Konseya Ewropayê û saziyên Neteweyên Yekbûyî û welatên endam dikin ku ji bo pêşî li binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê bê ceza nemînin û ji bo kesên ku rastî van cînayetên siyasî hatine kirin rastî cezayên siyasî û hiqûqî bên, tedbîrên lezgîn û bi bandor bigirin.   Ji bo ku Nagihan Akarsel û hemû jinên din ên kû ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, edalet pêk were û pêşî li kuştina jinan bê girtin, em bang li rojnameger, akademîsyen, hunermend, rêxistinên mafên mirovan û mafên jinan ên herêmî û navneteweyî dikin ku bi rêya çapemeniyê, bi weşan, gotar û çalakîyên curbecur li ser kiryarên siyasî ya van kuştinan bisekînin da ku teşwîqkarên rastî yên kuştinan bên darizandin.   Di vê wateyê de em daxwazên xwe yên ji bo parastina jiyan û mafên parêzvanên mafên jinên kurd û rojnamevanan dubare dikin:   * Dadgehkirin û mehkûmkirina tawanbarên ku di kuştina Nagihan Akarsel û hemû berpirsên kuştinên din ên bê dadwer û her weha kesên tevlî van suîkastan bûne.   * Girtina qada esmanî ya Iraq û Sûriyeyê ji bo hêzên asîmanî yên Tirkiyeyê, di nav de balafirên bêmirov ên çekdar û bêçek (balafirên bêmirov).    * Bang li Tirkiyê kir ku dawî li êriş, polîtîkayên dagirkeriyê, şer û kuştinên sîstematîk ên li dijî gel û parêzvanên mafên jinan ên li her herêmeke Kurdistanê, bi taybet li xaka Iraqê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîne.   * Sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê - di nav wan de qirkirin û kuştina jinan- ji aliyê Erdogan û hikûmeta AKP-MHP’ê ve li gorî hiqûqa navneteweyî bên darizandin.   Derbarê înîsiyatîfê de   Înîsiyatîfa 'Ji Nagihan Akarsel re Edalet' beriya salekê hat avakirin. Salek beriya wê jî di 4’ê cotmeha 2022’yan de rojnamevan, akademîsyen û çalakvana mafên jinan a kurd Nagihan Akarsel dema ji mala xwe derdiket li navenda bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê/Iraqê bi suîqestê hat qetilkirin. Sala borî zêdetirî 150 rêxistinên jinan ji hemû parzemînan û pîşeyên cuda nameyek vekirî ji NY, Konseya Ewropa û Hikûmeta Iraqê re nivîsandin û daxwaza zelalkirina piştperdeya vê kuştina siyasî û dadgehkirina berpirsan kirin û her wiha bang hat kirin kû pêşî li kuştinên sîyasî a jinan bê girtin û tedbîrên yasayî û siyasî werin girtin.