TJA: Em li dijî tecrîdê biherikin Qada Îstasyonê 2024-09-28 21:14:32   AMED - Aktîvîstên TJA'yê yên li Amedê hatin ba hev, ji bo "Mîtînga Azadiyê" ya 13'ê Cotmehê banga “Ji bo şikandina tecrîdê biçin Qada Îstasyonê" kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên xwe yên rêxistinî de li Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê hatin ba hev. Di civîna rojekê de li ser pirsgirêkan nîqaş hatin kirin û piştre banga "Mîtînga Azadiyê" ya di 13'ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin kirin.   Parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Adalet Kaya di çalakiyê de axivî û diyar kir ku wan pirsgirêkên du salên dawî û kêmasiyên rêxistinê nirxand. Adalet Kaya xîtabî hemû tevgerên jinan ên Amedê kir û got: “Li erdnîgariya ku em lê dijîn, em bi rêveberiyeke komploger, darbekar a destûra bingehîn nas nake re rû bi rû ne û her ku diçe polîtîkayên şer zêde dike. Xizanî, kuştina jinan, îstîsmara zarokan û hemû pirsgirêkên civakî yên ku em dijîn bi şer ve girêdayî ne. Divê em di mîtînga ku 13’ê Cotmehê de li Amedê li dar bixin, li dijî şer û tecrîdê deng û nerazîbûnên xwe bilind bikin. Di 13’ê Cotmehê de li Amedê divê em li dijî şer aştiya bi rûmet û li dijî komployan azadiyê biparêzin. Em li dijî tecrîdê azadiya Birêz Abdullah Ocalan diparêzin. Azadiya Birêz Abdullah Ocalan tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd.”   Adalet Kaya anî ziman ku tundiya sîstematîk a li Îmraliyê bandorê li jiyana tevahiya civakê dike, ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan bang li her kesî kir ku biçin Qada Îstasyonê.   ‘Em bang li hemû kesî dikin’   Aktîvîsta TJA'yê Havva Can jî wiha got:“Di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de tevahî gelê Kurd di bin tecrîdê de ye. Ji bo şikandina vê tecrîdê weke jinên Kurd em bi reng, tilîlî û coşa xwe biherikin Qada Îstasyonê." Aktîvîsta TJA'yê Adle Fîdan jî diyar kir ku divê jin li dijî hemû rêbazên qirêj ên şer û polîtîkayên ku dibin sedema xirapkirina exlaqê civakê, dengê xwe bilind bikin û got, "Em bang li her kesî dikin ku di 13'ê Cotmehê de bi felsefeya Jin jiyan azadî ji Qada Îstasyonê dengê xwe bilind bikin."