Li Esenyurtê ji bo mtînga mezin belavok hatin belavkirin 2024-09-28 18:32:04   STENBOL- Bi pêşengiya DEM Partiyê ji bo mîtînga mezin ya wê di 13’ê cotmehê de li Amedê pêk bê belavok hatin belavkirin. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal dema belavkirina belavokan de axivî û banga tevlibûna mîtîngê il hemû kesî kir.   Ji bo mîtînga mezin ya wê di 13’ê cotmehê de li Amedê bi dirûşmeya ‘Em li dijî komployê berxwe didin ji bo azadiyê li Amedê tên gel hev’ li Esenyurt a Stenbolê belavok hatin belavkirin. Parlamentera DEM partiyê Newroz Uysal, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên DEM Partiyê û endamên MATUHAYDER’ê tevli bûn.   Ji qada Cumhuriyetê dest bi belavkirina belavokan kirin û bi karker, ciwan û jinan re hatin gel hev. Gel eleqeyek mezin nîşan da.    Parlamentera DEM partiyê Newroz Uysal di belavkirinê de xivî û diyar ki rku ew hemû gelê xwe vexwendiyê mîtînga mezin a Amedê dikin.