Li Stenbolê şolen: Çareserî bi jinan re ye 2024-09-28 18:27:15   STENBOL- Meclîsa Jinan a DEM Partiyê şolena jinan pêk anîn. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu di şolenê de axivî û diyar kir ku divê li her qada jiyanê parastina cewherî bê rêxistinkirin û got ew di têkoşînê de bi israrin, çareserî bi jinan re ye.   Meclîsa Jinan a partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya ‘Em di jiyana azad û wekhev de bi israrin, em li dijî xizaniya jinanin’ li Kartal a Stenbolê li qada Neyzen Tevfîk şolena jinan pêk anî.  Berdevka meclîsa jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, hevseroka DEM Partî ya STenbolê Gonca Yangoz, rêveberên DBP, TJA’yê û gelek jin tevli bûn.   ‘Xweparastina cewherî rêxistinbûne’   Halîde Turkoglu axaftina vekirinê kir û da zanîn ku ew di jiyana azad û wekhev de bi isrrin û li dijî xizaniya jinê ne. Halîdeyê wiha anî ziman: “ Jin bi birçibûnê tên terbyakirin. Em ê vê her tim bêjin. Em di têkoşîna li dijî xizaniya jinê de bi israrin. Em azadî û wekheviyê dixwazin. Em di hedefa desthilatdariyê de ne. Kedkar, gundî, jin û karker serî hil didin. Xizanî tiştekî wisa ye. Li aliyê din jî li hember gelan êrîş heye. Divê li her qada jiyanê parastina cewherî bê rêxistinkirin. Em di têkoşînê de bi israrin, çareserî bi jinan re ye.”   Êrîş hatin şermezarkirin   Halîdeyê her wiha girtina hevberdevka herêma yekemîn a DEM Partî Dîlber Demîr û êrîşa çekdarî ya li hember DEM Partî ya Sultangaziyê jî şermezar kir û got wê li dijî êrîşan serî netewînin.   Piştî axaftinan hunermendên NÇM’ê derketin ser dîkê û jinan govend gerandin. Şolen bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.