Li Dihokê jinek hat qetilkirin 2024-09-28 16:31:51       NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundekî parêzgeha Dihokê kesekî gule li  jina pê re zewicî û zarokên xwe barand. Di encamê de hevjîna wî jiyana xwe ji dest da û du zarokên wî jî birîndar bûn.   Îro li gundekî ser bi bajaroka Mangîşk a girêdayî Dihokê mêrek gule li jina pê re zewicî û zarokên xwe barand.   Li gor zanyariyan di encama gulebaranê de hevjîna wî jiyana xwe ji dest da û du zarokên wî jî birîndar bûn.   Heta niha polîsên Dihokê ti daxuyaniyek li ser bûyerê nedane û kujer jî nehatiye girtin. Hat gotin her du zarokên birîndar rakirine nexweşxaneyê.